• Sunday, 19 May 2024
logo

Li parêzgeheke Iraqê ji ber lehiyê bi dehan xanî hilweşiyan

Li parêzgeheke Iraqê ji ber lehiyê bi dehan xanî hilweşiyan

Çapemeniyekî Erebî belav kiriye ku barana bi ax a çend rojên borî ziyaneke mezin li gelek navçeyên Iraqê daye, bitaybetî jî li sînorê Parêzgeha Diyale ava lehiyê bûye sedema hilweşîna zêdetir ji 70 xaniyan.

Li gor raportekî malpera El Erebî El Cedîd, ku îro yêkşemê belav kiriye, roja pêncşema borî baran bûye sedema avabûna lehiyê li çendîn navçeyên naverast û bakûr û başûrê Iraqê, lê ziyana herî zêde li navçeyên derdora parêzgeha Diyale ya bakûrê Bexdaya paytexta Gederal ketiye.  

Berpirsekî Berevaniya Şaristanî li Diyalayê got ku 74 mal û dibistan ji ber sedema ax û heriyê hilweşiyan û 104 ajal mirar bûn.

 

Basnews

Top