• Saturday, 04 May 2024
logo

'Cejn' û zarok: Li Tirkiyeyê 759 hezar zarok tên xebitandin

'Cejn' û zarok: Li Tirkiyeyê 759 hezar zarok tên xebitandin

Li gorî amarên ku DISK-ARê ji TUIKê wergirtine, li Tirkiyeyê 759 hezar zarok tên xebitandin.

Li Tirkiyeyê her sal 23yê Nîsanê wekî “Roja Serweriya Neteweyî û Cejna Zarokan” tê pîrozkirin lê hejmara zarokên ku di karên giran de dixebitin bi sed hezaran e.

Navenda Lêkolînên Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DISK-AR) li gorî agahiyên ku ji Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) wergirtine derbarê zarokên ku tên xebitandin de raporek belav kir.

Li gorî amarên ku DISK-ARê dane, sala 2023yan hejmara zarokên ku temenê wan di navbera 15 û 17an de ye û tên xebitandin bûye 759 hezar.

DISK-ARê diyar kir ku sala 2021ê 520 hezar zarok dihatin xebitandin lê ev hejmar par bûye 759 hezar.

Dîsa rêjeya wan zarokan sala 2021ê ji sedî 14 bû lê sala 2023yan bûye ji sedî 19,6.

Li gorî amarên DISK-ARê, ji sedî 32,2yê wan zarokan kur in û ji sedî 11,5ê wan keç in.

Sala 2023yan li Tirkiyeyê hejmara zarokan 22 milyon û 206 bû ku dike ji sedî 26ê nifûsa giştî.

DISK-ARê da zanîn, “Amarên TUIKê yên derbarê zarokên ku tên xebitandin hemû rastiyan nîşan nadin û hejmara rast gelekî zêdetir e.”

Divê were gotin ku TUIK ji sala 2019an ve amarên zarokên ji 15 salî biçûktir ên ku tên xebitandin belav nake.

 

Rudaw

Top