Serokkomarê Almanyayê çû Dîlokê
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier çû parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê û dê li gel berpirsên parêzgehê bicive.
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier bi helkefta 100 saliya destpêkirina pêwedniyên dîplomatîk ên Tirkiye û Almanyayê dê 3 rojan li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê be.
Frank-Walter Steinmeier ku di vê geşta sê rojî de duh çûbû Stenbolê îro jî çû Dîlokê.
Steinmeier li Balafirgeha Dîlokê ji aliyê Parêzgarê Dîlokê Kemal Çeber, Seroka Şaredariya Bajarê Mezin a Dîlokê Fatma Şahîn û çend berpirsên din ên parêzgehê ve hat pêşwazîkirin.
Steinmeier dê çend civînan li gel berpirsên Dîlokê pêk bîne.
Serokkomarê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier herwiha ji bilî Stenbolê û Dîlokê dê biçe Enqereyê jî.
Rudaw