ALTIN KOZA - Fîlma derhênerê Kurd bû yekem
Di 31emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Altin Kozayê de “One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” wekî “Fîlma Herî Baş” hat hilbijartin.
Di festîvalê de xelatên Pêşbirka Fîlmên Dirêj ên Neteweyî hatin dayîn.
31emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Altin Kozayê li bajarê Edeneyê ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ve hat organîzekirin.
Li merasîma xelatan a ku li Navenda Kongreyê ya Zanîngeha Çukurovayê bi pêşkeşkariya Ozlem Gursesê hat lidarxistin, hunermend û derhêner navdar amade bûn.
“One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” ya ku derhêneriya wê Murat Firatoglu kiriye, xelata “Fîlma Herî Baş” stand.
Fîlma “Ölü Mevsim/Demsala Mirî” jî hêjayî xelata “Senoryaya Herî Baş” û 5 xelatên din hat dîtin.
Fîlma Herî Baş: Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire’
Di Pêşbirka Fîlmên Dirêj a Neteweyî ya ku 11 fîlm beşdar bûn de xelata “Fîlma Herî Baş” a ji aliyê derhênerê “One of Those Days When Hemme Dies/Rojek Ji Rojên Ku Heme Dimire” Murat Firatoglu ve hat standin.
Derhêner Firatogluyê ji Siwêregê xelata xwe ji destê Şaredar Zeydan Karalar û Serokê Juriyê Nûrî Bîlge Ceylan stand.
Fîlm ji aliyê jûriya Komeleya Nivîskarên Sînemayê (SÎYAD) ve jî hêjayî xelata Fîlma Herî Baş a Cuneyt Cebenoyan hat dîtin.