• Tuesday, 05 November 2024
logo

Hikûmeta Xezeyê: Îsraîlê jina Kurd a Êzidî rizgar nekiriye

Gulan Media October 5, 2024 Nûçe
Hikûmeta Xezeyê: Îsraîlê jina Kurd a Êzidî rizgar nekiriye

Hikûmeta li Xezeyê ragihand ku jina Kurd a Êzidî Fewziya Emîn Seydo ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye rizgarkirin û ew bi daxwaza xwe vegeriyaye cem malbata xwe.

Fewziya Emîn Seydo beriya bi 10 salan ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin û çekdarên DAIŞê ew miribûn Xezeyê.

Fewziya Emîn Seydo beriya bi 3 rojan ji Xezeyê vegeriya Şingalê, nava malbata xwe.

Hikûmeta li Xezeyê li ser rizgarbûna Fewziya Emînê daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku jina Kurd a Êzidî piştî mirina kesê ku ew biriye Xezeyê ji hikûmeta Xezeyê xwestiye ku alîkariya wê bikin da ku vegera nava malbata xwe.

Artêşa Îsraîlê li ser rizgarbûna Fewziye Emîn Seydoyê daxuyaniyek belav kiribû.

Li gorî gotina artêşa Îsraîlê Fewziya Emîn Seydo ji aliyê çekdarekî Hemasê yê berê ku pêwendiya wî bi DAIŞê re hebû wekî dîl hatibû girtin.

Artêşa Îsraîlê amaje bi wê yekê kiribû ku jina Kurd a Êzidî ji destê Hemasê hatiye rizgarkirin û radestî malbata wê ya li Îraqê hatiye kirin.  

Hikûmeta li Xezeyê daxuyaniya Artêşa Îsraîlê red dike û diyar dike ku ew jina Kurd a Êzidî ji hikûmetê xwestibû ku vegere Îraqê, cem malbata xwe.

Hikûmeta li Xezeyê amaje bi wê yekê kir ku ew jina Kurd a Êzidî tevî biyaniyên din li cihekî aram hat parastin û bi rêya Hikûmeta Urdinê û hevahengiya bi Îsraîlê re ji Deriyê Kerem Ebu Salimê yê Xezeyê hatiye derxistin.

Hikûmeta li Xezeyê li ser hatina Fewziya Seydo Emînê jî got:

"Jina Êzidî bi xortekî Filistînî yê ji Xan Yûnisê re zewicîbû ku di nava hêzên mixalefeta Sûriyeyê de şer dikir.

Jina Êzidî li wir bi hevjînê xwe û xwesiya xwe re dima. Paşê bi serbestî û qanûnî çû Misirê.

Piştî çend salan Fewziya bi birayê hevjînê xwe yê rehmetî re zewicî û çend salan li gel wî ma.

Piştî destpêkirina komkujiya li Xezeyê hevjînê wê yê duyem jî ji aliyê Îsraîlê hat şehîdkirin.”

Amerîka: Îraqê em agahdar kirin

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Matthew Miller li ser rizgarkirina Fewziya Emîn Seydoyê wiha gotibû:

“Dema ku ji aliyê DAIŞê ve ji Îraqê hat revandin ew 11 salî bû û hat firotin, neçar ma bi çekdarekî Hamasê re bizewice û ne li ser daxwaza xwe çû Xezeyê.

Hikûmeta Îraqê bi me re pêwendî danî. Hat zanîn ku wê keçê xwe rizgar kiriye û hîn sax e û dixwaze vegere cem malbata xwe.

Hikûmeta Îraqê ji me xwest ku çi ji destê me tê em bikin da ku wê ji Xezeyê derxin.”

Çi bûbû?

Jina Kurd a Êzidî Fewziya Emîn Seydo ji nahiyeya Giruzêrê ya navçeya Beacê ye parêzgeha Nînowayê ye.

Piştî zêdetirî 10 salan di ser revandina çekdarên DAIŞê re hat rizgarkirin û radestî xizmên wê hat kirin.

"Îspata pêwendiya di navbera Hemas û DAIŞê de ye"

Artêşa Îsraîlê li ser rizgarkirina jina Kurd daxuyaniyek belav kir û tê de wiha got:

"Piştî ku zêdetir ji deh salan li Xezeyê dihat girtin, jineke Êzidî ya 21 salî ku di destê terorîstekî Hemasê yê ser bi DAIŞê de bû hat rizgarkirin û vegeriya nava malbeta xwe ya li Îraqê.

Di operasyoneke ku ji aliyê IDFê ve hat koordînekirin de û bi pêşengiya hêzên Îsraîlê, Konsulxaneya Amerîkayê ya Qudsê û aktorên din ên navneteweyî, Fewziya Emîn Seydo hat rizgarkirin û vegeriya Îraqê.

Fewziya di 11 saliya xwe de ji aliyê DAIŞê ve hat firotin ji bo terorîstekî Hemasê yê li Xezeyê, ku tê gumankirin di êrişên artêşa Îsraîlê de hatiye kuştin.

Ew di Xaçerêya Kerem Şalom de bi mîsyoneke nihênî hate rizgarkirin.

Ev jî îspata pêwendiya di navbera Hemas û DAIŞê de ye û her wiha îspata tawanên li dijî mirovatiyê yên rêxistina terorîst a li Xezeyê ye.

Em dê ji bo jiholêrakirina rêxistina terorê Hamas-DAIŞ û azadkirina hemû dîlên di esareta Hamasê de tevbigerin."

"Me cara yekem ew li ser ekranên Rûdawê dît"

Şêwirmendê Serokwezîrê Îraqê yê Karûbarên Êzidiyan Dr. Xelef Şingalî li ser mijarê ji Rûdawê re axivî û got:

Cara yekem bi rêya ekranên Rûdawê me cihê keça Êzidî ya li Xezeyê bi dest xist, dema derket ser ekranên Rûdawê û got ew Êzidî ye û li Xezeyê ye."

Birêvebira Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî ya Wezareta Kar û Karûbarên Civakî ya Îraqê Serab Îlyasê ji Rûdawê re got:

“Fewziya li cem çekdarekî DAIŞê yê ji Xezeyê bûye.

Çekdar hatiye kuştin. Berî 4 salan dayîka çekdarê kuştî Fewziya bi xwe re biriye Xezeyê.”

Serab Îlyasê da zanîn ku wan piştî bidestxistina zanyariyeke girîng cihê wê li Xezeyê peyda kiriye.

Serab Îlyasê diyar kir ku wan Fewziya biriye Urdinê û roja çarşemê jî hatiye vegerandin ku niha li Şingalê li cem malbata xwe ye.

Fewziya Emîn Seydoya ku doh vegeriya nav malbata xwe, sala 2014an ji aliyê DAIŞê ve hat revandin û li çend welatan hat ragirtin.

Wezareta Karên Derve ya Îraqê di daxuyaniyekê de bêyî ku behsa Xezeyê bike ragihand, piştî zêdetirî 4 mehan ji hewldan û lêkolînên Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Ajansa Îstixbarata Niştimanî, hevahengiya balyozxaneyên Amerîkayê yên Bexda û Umanê û rayedarên Urdinê jina Kurd a Êzidî hat rizgarkirin.

"Em vê gavê bi germî pêşwazî dikin"

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Xeyrî Bozanî ji Rûdawê re got:

“Em vê gavê bi germî pêşwazî dikin.

Em spasiya her kesî dikin ku karibû di rizgarkirina jin û keçên Êzidî de alîkar bin yan jî hêsankariyê bikin."

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê Fewziya Emîn Seydo doh êvarî bi hevahengî û çavdêriya rasterast a Wezîrê Karên Derve yê Îraqê vegeriya nav malbata xwe.

Ajansa Îstixbaratê ya Îraqê di daxuyaniyekê de ragihand ku wan Fewziya Emîn Seydo bi hevahengiya Wezareta Karên Derve û Rêveberiya Giştî ya Karûbarên Jinên Rizgarbûyî rizgar kir.

Li gorî Ajansê, lêkolînê dest pê kir piştî wergirtina zanyariyan hat zanîn ku Fewziya li welatekî herêmê ye, di dawiyê de sibeha çarşemê ber bi Bexdayê ve hat şandin û piştre radestî kesûkarên wê hat kirin.

DAIŞê 3yê Tebaxa 2014an li Şingalê komkujî li Kurdên Êzidî kir û 6 hezar û 417 kes revandin.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî yên Revandî Xeyrî Bozanî got, “Heta niha 3 hezar û 581 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.”

 

Rudaw

Top