• Thursday, 02 May 2024
logo

Her 10 navçeyên ‘herî lipaşhiştî’ jî li Bakurê Kurdistanê ne

Her 10 navçeyên ‘herî lipaşhiştî’ jî li Bakurê Kurdistanê ne

Li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 10 navçeyên herî lipaşhiştî li Bakurê Kurdistanê ne.

Wezareta Pîşesazî û Teknolojiyê ya Tirkiyeyê û Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) encamên lêkolîna nevçeyên herî pêşketî eşkere kirin.

Di lêkolînê de rêza pêşketina navçeyan li gorî krîterên “veguhastin, perwerde û jêrxanê” hatiye diyarkirin.

Lêkolîn bi armanca tesbîtkirina kêmasiyên navçeyan hatiye kirin da ku ji bo pêşketina navçeyan ew kêmasî bên temamkirin.

Di encama lêkolînê de derket holê ku 10 navçeyên herî lipaşhiştî li Bakurê Kurdistanê ne.

Rapor bi terma “navçeyên lipaşmayî” behsa van navçeyan dike lê Bakurê Kurdistanê di encama polîtîkayên domdar û cezaker ên dewletê de ji gelek aliyan ve li paş maye.

Li gorî lêkolînê ji Rihayê 2 navçe, ji Amedê 2 navçe, ji Sêrtê 2 navçe û ji Erziromê 2 navçeyan di listeya navçeyên “herî lipaşhiştî” de cih girt.

Ew 10 navçeyên bakurê welêt ev in:

1 - Heran - Riha

2 - Berwarî - Sêrt

3 - Aldûş - Semsûr

4 - Hezro - Amed

5 - Tatos - Erzirom

6 - Kufra - Sêrt

7 -Xamûr - Agirî

8 - Gogsî - Erzirom

9 - Hênê - Amed

10 - Kaniya Xezalan - Riha

 

Rudaw

Top