• Thursday, 02 May 2024
logo

Mela zarok dan ber kulm û pehînan

Mela zarok dan ber kulm û pehînan

 Li navçeya Giyadînê ya Agiriyê melayekî zarokên kursa Quranê dan ber kulm û pehînan.

Dîmen li ser torên civakî hatin belavkirin û bûn sedema bertekên dijwar.

Qaymeqamiya Giyadînê piştî belavbûna dîmenan dest bi lêpirsinê kir.

Parêzgariya Agiriyê ragihand ku ew mela ji kar hatiye dûrxistin û hatiye desteserkirin.

Li hêla din, navê wî melayî ji raya giştî re nehat eşkerekirin.

 

 

Rudaw

Top