Piştî civîna Qubad Talebanî û Balyozê Tirkiyê, YNKê hejmarek kompanya û rêxistinên ser bi PKKê li Silêmaniyê daxistin
Berovajî wan bangeşeyên ku di çapemenya berpirsên YNKê dikin û xwe wek piştevanê PKKê nîşan didin, lê hêzên ewlehiya YNKê li Silêmaniyê bi awayekî veşartî hejmarek kompanya û rêxistinên ser bi PKKê daxistin.
Li gor zanyariyên BasNewsê duh 31.12.2024ê hêzên ewlehiya YNKê li Silêmaniyê di yek demê de avêtina ser rêxistina Nwêger, Merziya û RJAKê û herwaha kompanyaya Gizing Berbeyan û ew hemû daxistine.
Herçend ew rêxistin bangeşeya wê yekê dikin ku di warekî de kar dikin, lê ji wan jî rêxistina Nwêger ji bo pêşxistina huner û rêxistina Merziye ji bo derxistina şiyanên jinan bangeşeya wê yekê dikin ku rêxistinên nefermî û di warê hunerî de kar dikin, herwaha kompanya ya Gizing a Berbeyan jî bername ji bo kanala esmanî ya Jin TV ya ser bi PKKê amade dike û rêxistina RJAK jî dibêje di warê taybet mafên jinan û azadiya jinan de kar dike, lê xalên wan ên hevbeş hemû jî ji bo PKKê kar dikin û dûvikên PKKê yên Silêmaniyê ne.
Vê derbarê de kompanya Gizing a Berbeyan daxuyaniyek di çapemeniya PKKê de belav kir û ragehand, asayîşa Silêmaniyê binkeyên wan daxistine û ew kar wek ‘’Bindestbûna bi biryara dagirkerên Kurdistanê’’ pênase dike û şermezar dike û gefa wê yekê dixwe ku ‘’Bi hemû awayekî biryara ragirtina karên xwe em red dikin û em qebûl nakin.’’
Hêjayî gotinê ye ku naha saziyên ewlehiya YNKê û çapemeniya wê partiyê ti zanyariyek derbarê sedemê daxistina wan kompanya û rêxistinên ser bi PKKê belav nekirine, lê çavdêr dûr nabînin ku cureyekî li hevtêgeheştinek di navbera YNKê û Tirkiyê de hebe, bi taybet jî roja 05.12.2024ê Qubad Talebanî li gel balyozê Tirkiyê li Iraqê Anil Bora civiya û piştre ragehand ku di civînê de behsa pêşhateyên ewlehiya navçeyê kirine.
Basnews