• Saturday, 04 May 2024
logo

Hesen Ehmed Mistefa: Lihevkirinên navbera Tirkiye û Îraqê bê Herêma Kurdistanê nayên bicihanîn

Gulan Media April 23, 2024 Nûçe
Hesen Ehmed Mistefa: Lihevkirinên navbera Tirkiye û Îraqê bê Herêma Kurdistanê nayên bicihanîn

Şarezayekî karûbarên Tirkiyeyê di derheqa serdana Erdogan a ji bo Herêma Kurdistanê de radigehîne, “Serdana Erdogan ji aliyê çanda siyasî û diplomasî ve gelek giring e”. Herwesa dibêje, “Lihevkirinên navbera Tirkiye û Îraqê bê Herêma Kurdistanê nayên bicihanîn”.

Şarezayê Karûbarên Tirkiyeyê Hesen Ehmed Mistefa ji K24ê re ragehand, “Berpirsên Tirkiyeyê wesa dibînin ku doza Kurdan ji bo welatê wan ji aliyê ewlehiya neteweyî ve hestyartirîn doz e”.

Wî Şarezayê Karûbarên Tirkiyeyê herwesa got, “Heta Tirkiyeyê Konsulxaneya xwe li Herêma Kurdistanê venekir, welatên Ewropayê jî konsulxaneyên xwe li Hewlêrê venekirin”.

Hesen Ehmed Mistefa tekez jî kir, “Niha dever di nav aloziyan re derbaz dibe, lewma niha hebûna peywendiyeke mukom bi dewleteke wekî Tirkiyeyê re, ku imperyalîzma devereyê ye, giring e”.

Navbirî herwesa ragehand, “Ew lihevkirinên Tirkiyeyê bi Îraqê re îmza kirine bê Herêma Kurdistanê nayên bicihanîn”.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan îro (Duşem, 22.04.2024) bi rêya Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê gehişt Hewlêrê û ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Serdana Erdogan a ji bo Hewlêrê piştî serdana wî ya ji bo Bexdayê tê, ku seet 11:00 ê sibeha îro (Duşem, 22.04.2024) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî ve pêşwaziya wî hat kirin. Piştî civînan jî, îmza li ser 26 peyman û yadaştên hevfehimandinê hatin kirin.

Di serdana xwe ya ji bo Hewlêrê de, Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dê bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re bicive û danûstandinan li ser peywendiyên navbera Hewlêr û Enqereyê bike.

Ev serdana Erdogan di dîrokê de dibe serdana yekê ya Serokkomarê Tirkiyeyê ji bo Herêma Kurdistanê. Ev di demekê de ye ku berî 13 salan jî Erdogan, ku wê demê Serokwezîrê Tirkiyeyê bû, dîsa serdana Hewlêrê kiribû û bi Serok Barzanî re tevlî vekirina Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê bûbû.

 

K24

Top