• Monday, 06 May 2024
logo

Mela ji xwe û jinan re mehra online birî, bi peyamê telaq da

Mela ji xwe û jinan re mehra online birî, bi peyamê telaq da

Li Hewlêrê çend jin melayekî bi wê yekê tohmetbar dikin ku bi rêya onlina mehra mîsyar/muta (mehreke Îslamî ya demkî ye) biriye û paşê ew bi peyameke telefonê berdane.

Jinek ji wan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî û behsa dek û dolabên wî melayî kir.

Wê jinê bi rêya Snapchatê peyamek ji melê re şandiye û li ser firotina xaniyekî pirs jê kirine.

Mela dîtiye ku jin di rewşeke zehmet de ye û jê re gotiye ez dê werim xanî bibînin.

Piştî ku ew li ser meseleya firotina xanî demekê bi rêya peyaman axivîne mela jê re gotiye were em mehra mîsyarê bibirin.

Jina ku hevjînê wê pênc sal berê miriye destpêkê tirsiyaye lê mela bi gotinên wekî, “mehra mîsyarê baş e, zarokên me çênabin, kes bi me nahise, haya malbata te jê çênabe” ew razî kiriye.

“Me bi telefonê mehra xwe birî”

Jina ku ketiye xefka melê da zanîn ku wê xeber daye malbata xwe û got:

“Min ji dê û pavê xwe pirsî û min ji melê re got ku ew mehreke bi vî şiklî qebûl nakin û min pirsî, ‘Seyda em nikarin vê mehrê bibirin, ne?’

Mela got, ‘Belê, em dikarin. Em dikarin bêyî razîbûna wan jî mehra xwe bibirin çimkî te carekê mêr kiriye û mêrê te miriye.’

Wî telefonî min kir û du kesên din jî tevî axaftina me bûn û me mehra xwe bi rêya telefonê birî.

Melê ez birim mala xwe, em derdora saetek, saet û nîvekê li wê derê man.

Mêr û jin çi dikin me jî ew kir. Em piştî wê derketin.

Piştre hefteyekê bersiv neda peyamên min û paşê jî got, ‘Ez nikarim biaxivim, dê hevalekî min telefonî te bike û bi te re biaxive.

Min jî dîsa çen peyam şandin û min pirsî, ‘Çi bû seyda? Xêr e? Tu çima bersivê nadî min?’

Wî piştî van nameyan ez asteng kirin û êdî qet bersiv neda min.”

Em wela li ser torên civakî çalak e û gelek şopînerên wî hene.

45 salî ye û bavê sê zarokan e û bi hevjîn û zarokên xwe re dijî.

Hevalekî wî melayî piştre peyamekê ji wê jinê re dişîne û dibêje ku melê ew berdaye.

Jin dibêje ku mela jê re gotiye, “Ez piştî te bi heman şêweyî ji pênc jinên din jî cuda bûme.”

“Mirin ji vê çêtir e”

Qeydên axaftinan wan jî li cem wê jinê hene û di qeydekê jin jê re dibêje:

“Seyda ev bêbextiyeke gelekî mezin bû, ez nikarim bi ti awayî qebûl bikim. Mirin ji vê çêtir e.”

Li gorî lêkolînên Tora Medyayî ya Rûdawê, wî melayî bi heman awayî gelek jin xistine xefk û davikên xwe.  

Bi rêya WhatsAppê bi jineke din re axiviye, wêne jê xwestine û piştî ku dîtiye jin gelekî spehî ye gotiye, “Ez dê xaniyekî te bikirim.”

Rûdawê xwe gihand wî melayî lê wî qebûl nekir ku li ser mijarê biaxive.

 

Rudaw

Top