• Friday, 26 April 2024
logo

Li Pîranşarê keçikek 17 salî xwe kuşt

Li Pîranşarê keçikek 17 salî xwe kuşt
Li gundekî bajarê Pîranşar yê Rojhilatê Kurdistanê keçikek 17 salî xwe kuşt.

Malpera mafên mirov ya Hengaw ragihandiye, pêr (26 vê mehê) li gundê Kewper yê Pîranşarê, keçikek 17 salî bi navê Jîner Pordiyan bi kindir xwe xeniqand û dawî bi jiyana xwe anî.

Li gorî agahiyan, malbata wê keçkê nehîştibûn bi xortê dilxwazê xwe re bizewice, ji ber wê jî xwe kuştibû.

Basnews
Top