• Wednesday, 08 May 2024
logo

Li Êlihê îdia: 27 kesan destdirêjiya seksê li zarokekê kirine

Gulan Media December 7, 2020 Civakî
Li Êlihê îdia: 27 kesan destdirêjiya seksê li zarokekê kirine
Hat îdiakirin, ku li gundekî ser bi qezaya Kercewsê ve li parêzgeha Êliha Bakurê Kurdistanê, 27 kesan destdirêjiya seksê li ser keçeke 15 salî kiriye. Derbarê bûyerê de Serdozgeriya Kercewsê ragihandiye, lêkolîn daye destpêkirin û li ser medyaya civakî jî têkildarî bûyerê gotina “Li Kercewsê Çi Diqewime” (#GercüşteNeOluyor) li Tirkiyê bûye trend.

Li gor agahiyan, çend roj berî niha zarokeka 15 salî ji ber êşa ji zikê xwe diçe nexweşxaneyê û li li wê derê derdikeve holê ku ew zarok rastî destdirêjiya seksê hatiye.

Piştî agahdarbûna malbatê û li ser giliya wan, li heman gundî du kes di navên M.A û V.A hatine girtin.

Serdozgeriya Kercewsê ragihadniye, ji bo agahdarkirina raya giştî derbarê bûyera îstîsmara cinsî ya zaroka mexdûr P.O de, daxuyaniyeke medyayî bi guncaw dîtiye û tekez kiriye, derbarê bûyerê de lêkolîneke berfireh daye destpêkirin.

Serdozgeriya Kercewsê dibêje, “Zaroka mexdûr di 12.11.2020an de serlêdana Serdozgeriya Komarê kiriye û gotiye, ku destdirêjî lê hatiye kirin û zikê wê heye (hamile ye).”

Di daxuyaniyê de tê gotin, “Ji ber bûyer li nav sînorê qezaya Kercosê çê bûye, dosyeya lêkolînê di 17.11.2020an de ji bo Serdozgeriya Komarê ya Kercewsê hatiye şandin. Serdozgeriya Kercewsê ji bo derxistina rastiya îdia û gotinên kesên mexdûr û gumanbar, tevahiya belgeyan kom dike û wan bi hûrî dinirxîne.”

Têkildarî bûyerê, Serdozgerî ew yek jî ragihandiye ku di çarçoveya lêkolînan de kesê gumanbar M.A roja 13.11.2020an hatiye girtin.

Li gel berfirehtirbûna lêkolînan, hat ragihandin ku navê hin kesên din jî li dosyeyê hatiye zêdekirin. Lê Serdozgeriya Kercewsê vê yekê red dike û dibêje, têkildarî bûyerê “heta niha ti kesên di erka giştî de (fermanberên dewletê) weke gumanbar nehatine destnîşankirin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî bûyera li qezaya Kercewsê de bertek nîşan daye û li ser twittera xwe ragihandiye: “Yek ji destdirêjiyên ku ji aliyê hêzên emnî ve çê bûne, vê carê li Kercewsê çê bûye. Derketiye holê ku zarokek ji hêla çend kesan ve ku di nav de çawişên pispor û polîs jî hene ve rastî destdirêjîkirinê hatiye. Lêbelê, dadgeha desthilatê dîsa hewl dide ku bikeran fihêl bike! Em dipirsin? #LiKercewsêÇiDiqewime?”


Parlementera Êlihê ya HDPê Feleknas Uca bi heman tagê twittek belav kiriye û ragihandiye; “Duh yê ku destdirêjî li Îpek Er kiribû û bûbû sebebê mirina wê û Çawişê Pispor serbest hatibû berdan, îro 27 kesê ku zarokek îstîsmar kirine. Vê polîtîkaya bêsizatiyê hêj dê jiyana çend zarok û ciwanan tarî reş bike. Em dizanin ku ev polîtîkayeke hişmend e li dijî Kurdan.”

Rudaw
Top