• Friday, 27 September 2024
logo

Li gorî lêkolînekê nîvê ciwanên Iraqî madeyên hişber werdigrin

Gulan Media September 3, 2024 Civakî
Li gorî lêkolînekê nîvê ciwanên Iraqî madeyên hişber werdigrin

Li gor lêkolînên ku vê dawiyê li ser ciwanên Iraqê hatine encamdan, derketiye hole ku nîvê ciwanên temenên wan navbera 15 bo 30 sal, dermanên hişber bikar tînin.

Lêkolînek di bin navnîşana (Karesata madeyên hişber li Iraqê metirsiya nêzîk û xeta ku bûye rastî) ji aliyê projeya Midad bo lêkolîna ser bi navenda Rwaq Bexdad  ji bo siyaseta giştî li 18ê tebaxa 2024 dest bi encamdana wê kiriye.

Ev lêkolîn ku jialiyê Sare Ebdulkerîm ve hatiye amade kirin, gehiştiye wê encamê: “Iraq ji walatekî ku rêya têçûna madeyê hişber bûye, bûye welatekî bikar anînerê wan madeyan û bazirganiya wê ya qazacker jî heye.”

Her li gor wê lêkolînê, herdu madeyên Krîstal û Ceptagon du ji wan madeyanin ku dinav bikar anînan de li Iraqê pir berbelavin, eve ji bilî ya ku çend madeyên din ku wek derman li dermanxaneyan de destdikevin û ew jî wek madeyê hişber tên hesibandin, herçend bêy reçeteya doctor nayê firotin.

Herwiha di lêkolînê de hatiye ku rewşa Iraqê, şer, şerê navxweyî, mezhebperestî û jiyana dijwar a welatiyan û lawazbûna hikûmet û saziyan, welat bûye bazareke sereke ya bazareke madeyên hişber.

 

 

Basnews

Top