• Friday, 27 September 2024
logo

Li Bexdayê zilamekî kurekî xwe kuşt

Gulan Media September 5, 2024 Civakî
Li Bexdayê zilamekî kurekî xwe kuşt

Li Bexda ya paytexta Iraqê zilamekî gule li kurê xwe berdan û kurê xwe kuşt.

Îro 05.09.2024ê çapemeniya Iraqê ragehand ku, li navçeya Beledyatî ya li rojavayê Bexda ya paytexta Iraqê, zilamekî bi çeka keleşînkofê gule li kurê xwe berdane û kurê xwe kuştiye.

Herwaha hat aşkera kirin, kesê hatiye kuştin ango kurê wî zilamî pêketiyê madeyên hişber bûye û ji ber wê bavê wî gule li wî berdane û lêkolîna li ser bûyerê destpê kiriye.  

 

Basnews

Top