• Friday, 27 September 2024
logo

Sûdanî: Tê çaverêkirin îsal pirsgirêka şandina petrola Herêma Kurdistan bê çareserkirin

Gulan Media September 19, 2024 Nûçe
Sûdanî: Tê çaverêkirin îsal pirsgirêka şandina petrola Herêma Kurdistan bê çareserkirin

Mihemed Şiya Sûdanî Serokwezîrê Iraqa Federal ragehand, Hikûmeta Iraqê lez dike ku di demeke herî zû de pirsgirêka pêywendîdar bi şandina petrola Herêma Kurdistanê çareser bike.  

Mihemed Şiya Sûdanî di hevpeyvînekê de li gel kanala Bloomberg a Amerîka behsa wê kir, ku pirsgirêka yasayî bi biryarên Dadgeha Federalî ya derbarê lêçûna berhemanîn û veguhestina petrolê ya di qanûna bûdceyê de ye.

Herwha got, “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê du vebijark hene û em ê di demek nêzîk de yek ji wan hilbijêrin û wê pirsgirêkê çareser bikin.”

Serokwezîrê Iraqê ragehand ku welatê wî lezê dike ku pirsgirêkên girêdayî şandina petrol bi rêya bendera cîhan ya Tirkiyê ve çareser bike.

Herwaha amaje bi wî jî kir, ku danûstandin di vê derbarê de li gel Herêma Kurdistan û kompanyayên petrol berdewamin.

Herwaha got: “Tê çaverêkirin îsal pirsgirêka şandina petrola Herêma Kurdistan bê çareserkirin.”

Hêjayî gotinê ye ku di 25ê Adara 2023an de Dadgeha Hakemaniya Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê hinartina petrola Herêma Kurdistanê rawestand.

Herwaha Komeleya Pîşesaziya Petrola Kurdistanê “Epicurus” ragehandiye, ku ji ber sedema ragirtina  hinardeya petrol Herêma Kurdistanê ve di nava 17 mehan de, qasî 19 mîlyar dolar ziyan gehandiye aboriya Iraqê.

 

Basnews

Top