Keir Starmer û Sûdanî li ser Sûriye, koçberan û parastinê axivîn
Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li Londonê têkoşîna li dijî koçberiya neyasayî, parastin, aborî û li rûdanên Rojhilata Navîn nirxandin.
Li gorî daxuyaniya berdevkekî Ofîsa Serokwezîriyê ya 10an, Starmer li Londonê bi hevtayê xwe yê Îraqî Sûdanî re civiya.
Serokwezîrê Brîtanyaî got, ew kêfxweş e ku Îraq di bin serokatiya Sûdanî de bûye welatekî ewletir û xweştir.
Keir Starmer diyar kir ku ew dixwaze bi pêkanîna hevkariyeke modern piştgiriyê bide vê bipêşketinê.
Her du serokwezîran li ser rewşa Rojhilata Navîn jî nirxandin kirin û anîn zimên ku bi taybetî divê piştî rûdanên dawî yên li Sûriyeyê piştgirî bi aştî û aramiya bê dayîn.
Her du aliyan pêwendiyên xwe yên di warê parastinê de bi îmzekirina daxuyaniya nû ya parastina hevbeş kûrtir kirin.
Her wiha wan soz da ku dê têkoşîna li dijî terorê bidomînin.
Starmer di hevdîtinê de behsa bipêşketina aborî jî kir û kêfxweşiya xwe ya ji bo bi hevkariya bipêşketî ya Brîtanya û Îraqê anî zimên.
Keir Starmer daxuyand ku "Peymana Şirîkatî û Hevxebatê" hatiye îmzekirin ku qebareya wê 12,3 milyar sterlin e.
Her du serokan diyar kir ku ew bi niyet in li ser peymaneke nû ya vegerandina koçberên neyasayî bixebitin.
Li hêla din, wan soz da ku dê ji bo têkbirina torên qaçaxçîtiya mirovan bi hev re bêhtir bixebitin.
Rudaw