• Wednesday, 15 January 2025
logo

Serokê ENKSê: Serok Barzanî xemxwerê doza Kurdan û Rojavayê Kurdistanê ye

Gulan Media January 15, 2025 Nûçe
Serokê ENKSê: Serok Barzanî xemxwerê doza Kurdan û Rojavayê Kurdistanê ye

 Serokê ENKSê û Sikirtêrê PDKSê dibêje, “Serok Barzanî xemxwerê doza Kurdan e û dixwaze Kurdan li Rojavayê Kurdistanê bike yek.” Herwesa dibêje, “Her dema Rojavayê Kurdistanê hevrûşî qonaxeke dijwar hatibe, Serok Barzanî di hawarê hatiye.”

Serokê ENKSê û Sikirtêrê PDKSê Mihemed Îsmaîl îro (Sêşem, 14.01.2025) ji K24ê re ragehand, “Serok Barzanî herdem xemxwerê gelê Kurd û pirs û doza Kurdan e, xasma jî di demekê de ku hemî çav li ser Sûriyeyê ne û Kurd dikarin di vê qonaxa hestiyar de pêngavekê biavêjin.”

Mihemed Îsmaîl herwesa got, “Çavê Kurdên Rojavayê Kurdistanê li Serok Barzanî ye ku dixwaze yekrêziyê bixe nav hêzên Kurdan ên Rojavayê Kurdistanê, ji bo ku em vê qonaxê bi hêsanî derbaz bikin.”

Navbirî amaje jî da, “Serdana nûnerê cenabê Serokî ji bo gelê Kurdistanê peyameke dîrokî bû, ku bi çavekê mezin lê tê temaşekirin. Wê peyamê dilê gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê xweş kiriye.”

Serokê ENKSê û Sikirtêrê PDKSê behsa helwestên Serok Barzanî di qonaxên cuda cuda de jî kir û got, “Her dema gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê pêdivîtî bi Serok Barzanî hebe, wî piştevaniya doza Kurdan û gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê kiriye.”

Mihemed Îsmaîl herwesa amaje jî da, “Derfetek ji bo yekhelwestiya Kurdan li Rojavayê Kurdistanê hatiye pêş”. Herwesa got, “ENKSê berdewam destê yekrêziyê ji bo hemî aliyan dirêj kiriye.”

Navbirî herwesa eşkere jî kir ku, ew dixwazin wekî gelê Kurd feydeyî ji wê qonaxa nû ya Sûriyeyê werbigirin, ew jî tenê bi yekrêziyê peyda dibe.

Mihemed Îsmaîl herwesa got, “Mezlûm Ebdî serdana nûnerê Serok Barzanî û peyama wî wekî pêngaveke erênî dît û geşbînî diyar kir, di wê qonaxê de ya ku Sûriye tê re derbaz dibe.”

Navbirî ron jî kir, “Em nakevin bin bandor û hejmona çi hêz û welatekî, em nabin alavê destê çi kesekî, em xemxwerên gelê xwe û mafên gelê Kurdistanê li Rojavayê Kurdistanê ne.”

 

K24

Top