• Friday, 27 September 2024
logo

Cenazeyê Narînê hat veşartin: Li cihê lîstikan şîn heye

Gulan Media September 9, 2024 Civakî
Cenazeyê Narînê hat veşartin: Li cihê lîstikan şîn heye

Cenazeyê Narîn Guranê li gundê Çilûyê yê Ameda Bakurê Kurdistanê hat veşartin.

Narîn Gurana 8 salî 21ê Tebaxê li Amedê winda bûbû.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya doh ragihand ku termê Narîn Guranê hatiye dîtin.

Parêzgarê Amedê Murat Zorluoglu eşkere kir ku cenazeyê Narînê di nava kîsekî de û di binê keviran de hatiye dîtin.

Li gorî rapora destpêkê, termê Narînê 15 rojan di nav avê de maye û çoka wê hatiye şikandin.

Li gundê xwe hat veşartin

Cenazeyê Narînê piştî ku ji Saziya Tiba Dadî ya Amedê hat wergirtin û li gundê Çilûyê hat veşartin ku lê winda bûbû û termê wê hatibû dîtin.

 

Rudaw

Top