• Friday, 27 September 2024
logo

18 welatiyên din yên Kurd hatin girtin

Gulan Media September 19, 2024 Nûçe
18 welatiyên din yên Kurd hatin girtin

Li Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve hatine girtin.

Artêşa Tirkiyeyê operasiyonên xwe yên li dijî wan kesên ku, beşdarî di xwepîşandanên dijî Tirkiyeyê de kiribû didomîne.

Di vê çarçoveyê de hate zanîn ku, artêşa Tirkiyeyê di operasiyonên xwe yên dawî de yên ku, li Efrînê li dar xistiye herî kêm 18 welatiyên Kurd bi hinceta beşdarî kirin di xwepîşandanên dijî Tirkiyeyê de girtiye.

Beriya 2 rojan kanala haber7 ya ser bi AKP belav kiribû ku, MÎT Tirkiyeyê gelek kes ku, di xwepîşandanan de beşdar bibûn û hatibûn girtin, radestî rejîma Sûriyeyê kiriye.

Top