• Friday, 27 September 2024
logo

Rewşa Libnanê tirseke mezin xistiye dilê Bexdayê

Gulan Media September 19, 2024 Nûçe
Rewşa Libnanê tirseke mezin xistiye dilê Bexdayê

Tevgera Sedir xwepîşandana xwe hilweşand.

Piştî teqandina amûrên gehandin û peywendî kirinê yên hizbulaha Libnanê ( Pager) Serokê tevgera Sedir Muqteda Sedir ku, beriya niha daxwaz kiribû roja înê bo piştîvaniya Felestînê xwepîşandaneke 1 miliyon kesî were kirin, biryareke nû da.

Muqteda Sedir di biryara xwe ya nû de daxwaz kiriye ku, bi mebesta parastina selametiya xwepîşanderan û pêşî girtin ji her cure êrîşek, ev xwepîşandana 1 miliyon kesî were hilweşandin.

Top