• Friday, 27 September 2024
logo

Ew jina ku hevjînê xwe kuştibû hat girtin

Gulan Media September 7, 2024 Civakî
Ew jina ku hevjînê xwe kuştibû hat girtin

Çavkaniyekî ewlehiyê li bajarê Bexda ya paytexta Iraqê ragehand, îro 06.09.2024ê hêzên ewlehiyê karîne wê jinê bigrin ku tometbarê serekî yê kuştina hevjînê xwe bû.

 Li gor wê çavkaniyê, hevjînê wê jinê karmendê Wezarata Navxwe buye û di dema lêkolînêde jî, ew jin ji xwe mikur hatiye ku ew tawan encam da ye û sedema wê jî ji ber pirsgirêkeke malbatî daye nîşandan.

 Îro roja înê hêzên ewlekariyê kuştina karmendekî hêzên Navxwe yê Iraqî ragehandin ku li navçeya Obeydî a Bexdayê termê wî hatiye dîtin, piştî lêkolînkirinê, hêzên ewlekariyê gehiştine wê encamê ku tometbara sereke hevjîna wîye ango zilamê xwe bi xwe kuştiye.

Top