• Friday, 27 September 2024
logo

Li Diyarbekirê danasîna pêşengeha pirtûkan hat pêkanîn

Gulan Media September 12, 2024 Hunerî
Li Diyarbekirê danasîna pêşengeha pirtûkan hat pêkanîn

Li Diyarbekirê danasîna pêşengeha pirtûkan li Jura Pîşesazî û Bazirganîyê ya Diyarbekir hat pêkanîn. Pêşangeha Pirtûkan a 8emîn wê di navbera 30 ê Mijdarê û 8ê Berfanbarê de li Navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamya bê lidarxistin. Tê pêşbinîkirin ku nêzî 30 weşanxaneyên kurdî jî beşdarî vê pêşangehê bibin.

Piştî 5 salan TÜYAP daxuyanî da kû bi Jura Pîşesazî û Bazirganîyê ya Diyarbekir (DTSO) re, li Dîyarbekir  Pêşengeha Pirtûkan ew ê lidar bixin. Li gorî daxuyanî ye ewê ji 90 î zêdetir weşanxane tê de cih bigrin. Herwiha wê di çerçoveya pêşangehê de, di nav de panel û rojên imzeyê jî heye. 200 çalekîyên cur be cur bên lidarxistin. Serokê Jura Pîşesazî û Bazirganîyê ya Diyarbekir (DTSO) û rêvebirên şerîkeya pêşangehan, behsa giringîya pêşangeha pirtûkan kirin ku ewê bandoreke erênî him li ser aborîyê him jî liser civakê bike.

Rêvebêrê Pêşangehê Welat Ektirici ji K24ê re got: “Em dixwazin di vê pêşangehê de 200 çalakî çêbikin. Xwendevan û nivîskar bên ba hev. Ji me ra ev çalakî girîngîya wê pir zêde ye. Hevîya me din jî dû ser 90 de weşanger pêşberî pêşangêhê bibin. Lê hê 2 meh heye. Îhtîmala zêdebûnê jî heye Tiştê girîng ewe kû bi kelîte çê bûye nebûye û Xwendekar û nivîskar bi kêfxweşî ji ve pêşangehê derketine an na. Bi me serkeftin ewe. Em dixwazin pêşengehik î serkeftî bînin. Armanca me ewe.”

Bawerîya weşangeran ew e ku pêşangehên wisa weşangeriya Kurdî jî pêş dixin û dibin wesîle ku hejmara xwînerên kurdî jî zêde bibin.

Weşanger Bawer Berşev got: “Rewşa Tirkîyê ji alîyê aborî ve nebaş e. Pirtûk hinek bûhadibin. Lê her kû diçe bûhatir jî dibin. wusa xûya dike. Par jî krîza aborî hebû lê pêşengeha pirtûka ji bo weşangêren kurda xweş derbas dibe. Pêşangehên Dîyarbekir xweş derbas dibin.Par jî xweş debas bû. Rêjeyek wiha jî heye. Wan salên dawî ji ber krîzê her ku diçe pirtûk hinek dine çap dibin. An jî pirtûkê bê qalîte betir çap dibin. Ev rêjeya wî her ku diçe kemtir dibe. Lê di peşangehê wuha de em betir digihîjin gel. Betir pirtûk belav dibin. Le mixabin her ku diçe pirtûkê kurdi kemtir çap dibin. Hevî dikim ku van salên pêşîya me de pirtûkên kurdî behtir derkeve.”

Li gorî weşangerên kurd, hejmarên pirtûkên kurdî çiqas zêde bibe jî, hejmarên xwendevanan kêm dibe. Lê hêvîya wan ew e ku pêşangeha pirtûkan wê hejmara xwendevanan zêde bike.

 

K24

Top