Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê li Hewlêrê bi rê ve diçe
100 wênegirên ji 9 welatan û 21 wênegirên Kurd îro di Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê de wêneyên xwe nîşan dan.
Yekemîn Festîvala Navneteweyî ya Wêneyan a Kurdistanê li Hewlêrê bi rê ve diçe.
Festîvalê saet 17:00an a bi dema Kurdistanê dest pê kir û zêdetirî 100 wêneyan li xwe digire.
Cureyên wêneyên ku di festîvalê de hatin nîşandan ji xweza, dîmen, çîrok, ajel û çûk û mijarên rojnamegeriyê pêk tên.
Çalakî ji aliyê Navenda Hewt Rengê û Birêvebiriya Hunerî ya Hewlêrê ve tê organîzekirin.
Festîval dê 2 rojan berdewam bike.
Rudaw