Balyoz Pîter Galbirês bo Gulan: Dîdara navbera Barzanî û Holand nîşanda ku Ewropa ji mafên Herêma Kurdistanê têgeheştiye.
Seredanên rêzdar Masûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê yên paş helbijartinên 30 Nîsanê ji bo Urdinê û di çend rojên borî de ji bo Ewropa, wê yekê nîşandidin ku rewşa paşeroja Iraqê ji bo hemû navendên nêvdewletî pêwîstî bi wê heye ku nêrîna serokê Herêma Kurdistanê bizanin, ji vê jî zêdetir astê ew pêşwaziya ku li serokê Herêma Kurdistanê tê kirin, wêneya dewleta vîyaneviya ya Kurdistanê nîşanî cîhanê dike, ji ber ku serok Barzanî li ser astê welatên hertim yên Civata Ewlehiyê, wek berî çend rojên borî li Firensa me pêşwaziya Franso Holand serok komarê Firensa li serok Barzanî dîtî, ew jê tê xwendin ku Ewropa û cîhan jî têgeheştinek nû li hember Herêma Kurdistanê heye û dizanin ku ew siyaseta şaş ya ku hikumeta Îraqê di heyama çwar salên borî de birêvebiriye rewşa Îraqê roj bi roj ji xerab berev xerabtir dibe û di heman dem de serbixweyiya Kurdistanê jî dike tiştekî hetmî, ji bo axaftin li ser seredana serok Barzanî bo Ewropa û biryara firoştina nefta Kurdistanê û herwiha axaftin li ser paşeroja Kurdistanê bi Îraqê re û gavavêtin berev dewleta Kurdistanê, Balyoz Pîter Galbrîs di ev dîmaneya taybet de bi vî curî boçûnên xwe ji Gulan re rêxistin.* Ev şeş mehin Malikî para budceya Kurdistanê biriye, li hemberê jî hikumeta Herêma Kurdistanê biryar da nefta Kurdistanê bifroşe, berî çend rojan bi fermî ev nefte bi Îtaliya û Elmaniya hate firotan, gelo lêkdan û xwendina we ji bo vê pirsê çiye û gelo ta çiqasî dibe sedema ku Kurdistan ji aliye viyaneviya ve serbixwebibe?
- Ev gavek pir pozetîv ve, Kurdistan mafên xwe bikartîne li gor destûra Îraqê, ku li gor destûrê dikare kontrola temama nefta Kurdistanê bike, çûnkî destûr pir zelale di vê çendê de ku berpirsyariya herêman di nefta kêlgehên nû de heye.
Helwêsta Malikî jî neaqilane û wêrankar bû, eşkereye daku fedralîzim bi serkeve gereke herêm jêder û dahatiyên xwe hebin û niha jî Kurdistan vî karî dike, ev jî jêderekî dibexşe Kurdistanê daku rêyek cuda ji Îraqê bigre ber heger hat û Îraq razînebû rêzê li mafên Kurdistanê bigre.
* Eşkereye ku serok Barzanî bi seredanekê li Ewropa ye û seredana Elmaniya û Îtaliya û Firensa dike, pirsyar ew e ta çi radê ev serdane dibe sedema komkirina piştevaniya Ewropa ji bo Kurdistanê?
- Roja Înê serok Barzanî seredana serok Holand kir, bi ya min kombûnek mezin bû, bi baweriya min rewşa niha ew e ku têkiliyên niha di Îraqê de ne serkeftîne, têgeheştinek her ku diçe bi hêz dibe li Ewropa û Emrîka ku Erebên Îraqê rêzê li hizra xwerêvebirin – xwe hikumkirin – a Kurdistanê nagirin, li gor wê jî têgeheştinek heye ku gereke Kurdistan hesabên nû bike.
Ji ber wê ez dibînim ku xelk li Ewropa û Emrîka jî danpêdanê bi wê rastiyê dikin ku serxwebûna Kurdistanê tiştekî hetmî ye, ev piroseyeke û niha berdewame. Wate pirsyar ew e gelo kengî ev çêdibe, yan gelo tertîbatên nû bi Îraqê re tên kirin? Ku her çawa be di siya wê de Kurdistan wek qewareyekî xudan serwerî bimîne, ez dibînim ku serok Barzanî wê şirovedike ka ji bo çi rewşa Îraqê şikestxwar.
* Halê hazir serokwezîrê Hikumeta Herêmê, Nîçirvan Barzanî bi hevaltiya şandekê seredana Berîtaniya dike, gelo ta çi radeyekê piştevaniya Berîtaniya ji bo giringe?
- Hebûna têkiliyên abûrî bi cîhanê re giringe û Berîtaniya hêzeke pir giringe li cîhanê, heger win dixwazin hikumraniya xwe bikin, pêwîstiya we bi sîstemeke diravî û tertîbatên bankî yên taybet heye.
* gelo paş firotina neftê çi têklî di navbera Kurdistan û Bexdayê de maye, gelo ev ne gaveke ji bo cudabûna temam ji Îraqê?
- Bê goman ev gaveke ku di encamê de çavkanî dikevine dest Kurdistanê daku bikare ji Bexdayê cuda bibe û bêgoman ev heza her kurdekî ye. Di rastî de Bexda bûye sedem ku Kurd cuda bibin çûnkî nekariye destûrê cêbecêbike, Kurdistan amadebû hewil bide bigehe lihevkirinekê bi Bexdayê re û piştevaniya destûrê kir û di hember de tenê daxwaz kir ku rêz li mafên Kurdistanê were girtin lê Bexda razî nebû rêzê li ew mafên destûrî yên Kurdistanê bigre. Niha jî Kurdistan ewqas bihêz bûye ku berev pêş biçe û mafên xwe piyade dike. Lewra niha ev rewşa ku em dibînin çêbûye. Lê pirsgrêk ew e ku tu nikarî vegerî paş û ji nû ve destpêbikî , rewş heyî ev e.
* Tevî ku pêşbînî behsa wê yekê dikin ku pêkanîna hikumeta bê ya Îraqê bidawî bûye, lê vê carê jî Malkî rêjeyek bilind a dengan bidestxist paş ragehandina encamên helbijartinên perlemanî, niha jî Kurd û Sûne û Sedir û Elhekîm razînabin carek din Malikî wî postî wergire, lê Malikî mijolî çêkirina piraniyek siyasî ye daku bikare hikumetê pêkbîne, gelo dûbare helbijartina Malikî Îraqê berev tarîyê nabe û gelo baweriya te ew e ku Îraq bidawî bûye?
- Ez wiha nabînim û min wiha nediye ku Îraq wek welatek bimîne, lê Kurdistan wê bi têkiliyek cuda bi Îraqê ve be, ku têkiliya qewareykî xudan serwerî be, wate têkiliya dewleteke xudan serwerî bi dewleteke din ya xudan serwerî re, renge di çarçovê konfederalîzmê de be yan şêweyek ji hevkariya hevdu kirinê debe. Îraqê karek kir ku destûr ne serkeftî be û her Îraq bû ku razî nebû Kurdistan bi xwe hikumraniya xwe bike, her demekê jî ew rûbide, wiha gereke li hevhatinên nû werin pêş.
* Malikî li ber bû seredana Îranê bike, zelale ku Îranê jî rolê xwe di lîska siyasî û avakirina hikumetê de heye, gelo wê helwêsta Emrîka çibe di vî alî de û di ast vê gavê de?
- Bi sedema Emrîka Îran bûye welatekî destdirêj di Îraqê de, Malikî xudanê Partiyekê bû ku çendîn sal ji aliyê Îranê ve dihate piştevanîkirin, ji ber wê ez piştrastim ku Îran şîretan lê dike ku çawa hikumetê pêkbîne û gereke hikumet çi helwêstek hebe, ev yek jî tiştan bi zehmettir dike. Ew a cihê matmayîyê ye ku Malikî bûye hevpeymaniya Îran û Esed, di demekê de ku Kurdistanê 250 hezar penaberên Sûrî li xwe girtiye ku ji dest Esed revîne. Ji ber vê tu du siyasetên derve yên cuda dibînî di astê Sûriyayê de, yek ji aliyê Bexdayê ve ye û yek jî ji aliyê Hewlêrê ve. Ev jî ew jê tê xwendin ku welat bi rastî ne welat e.
* Serok Barzanî du sal berî niha behs kir ku Malikî ber bi dîktatoriyetê ve dere, herwiha niha bi sedema aloziyan serok Barzanî hoşdarî daye ku Kurdistan wê biryarê li ser çarenivîsa xwe bide û ji bo vê mebestê wê vegere raya xelkê, pirsyar ew e gelo Emrîka ta çi astî giringiyê bi paşeroja Îraqê dide û gelo ta çi radeyekê rê li pêş cardin dubare bûna dîktatoriyetê digre?
- Eşkereye ku Emrîka naxwaze dîktatorekî din li Îraqê peydabibe, Emrîka jî wê zane ku tenê heger dustekî xwe di Îraqê de hebû ew jî Kurd bûn, bi taybet ew Emrîkiyên ku di Îraqê de xizmet kirine û Kurd nasîbin bi rastî alîgerên bihêz yên Kurdane. Ev gorankariyeke mezin, dema bo cara yekê û sî salan berî niha ez hatim nav vê pirsê, kesî nizanî Kurd kîne, niha bi hezaran û heta bi dehan û sedan hezar Emrîkî hene ku ezmûnên kesî bi kurdan re hene û ji wê fam dikin ku Kurd liyanin berev Emrîka û Ewropa û herwiha berev demokrasiyê û ew parêzgariyê li kemîneyên olî dikin, bi taybeî mesihiyan, ev jî hizirkirina Emrîka diguhêre. Ji ber vê ez dibînim ku xelkê Emrîka têdigehin ka ji ber çi Kurd cudabûnê dixwazin û bo çi Îraq bi sernakeve. Renge axaftina fermî ya hikumetê hebe, lê ez nabînim ku ew rengvedana rasteqîne ya hizirkirina xelkên di nav hikumetê de be, biştrast ew ne rengvedana hizirkirina ew emrîkiyên ku şarezayî rewşa Îraq û Kurdistanê ne.
* Çend salan berî niha we pirtoka Dawiya Îraqê nivçsand, gelo bi rastî Îraq bi dawî bûye û paşeroja vî welatî win çawa dibînin?
- Îraq wek welatekî hevgirtî çend salan berî niha bidawî bûye, di rastî de paş sala 2003yê û heta em karin bêjin li sala 1991ê, Sedam û Corc Boş dawî bi Îraqê anîn , niha jî dorhêleke nû peydabûye, ku berev wê yekê ve diçe ku bibe dorhêleke yasayî, ji aliyê karayî ve Kurdistan serbixweye û gavan berev serweriyê ve davê. Eşkereye jî ku tu hikumetên Bexdayê nikarin navçeyên Suneyan kontrolbikin, ji ber wê gereke asteke mezin ya xwe hikumkirinê hebe li wê navçeyê. Li sala 1991ê hebûna dewleteke xwe sepên ku hikumraniya hemû Îraqê dikir bi dawî bû. Ew Îraq ku li ser nexşeyê derdikeve, di heyamê çend salên bê de tê gohartin.
* Dawî peyam û dawî axaftina te çiye?
- Peyama min ew e ku niha xelk ji wê têdigehin ku kêşeya Kurd rewaye û xelkê Kurdistanê jî mafê biryardana çarenivîsa xwe heye, di cîhanê de têgeheştineke zor bo vê heye.
Pîter Debilyo Galbirês di çend dêran de:
Balyoz Pîter Debilyo Galbirês, yek ji dîplomatkarên vekolînên bilind yê navenda kontrolkirina çekan û rê girtin li belavbûna çekan e, di vî warî de kar li ser Îraq û Rojhilata Naverast kiriye, herwiha kar li ser kirêz û çareseriya kirêz û dûbare avedankirin li paş kirêzan kiriye, di vî warî de jî kar li ser navçeyên Belkan û Endonîsiya û Îraq û Hîndistan û Pakistan û başûr rojhilatê Asiya kiriye, berî ku bibe vekoler di vê navendê de, Galbirês pirofîsor bû li ser stratîjiya asayişa niştimanî li kolêja Naşina û War.
Galibrês di heyama navbera 1979 – 1993 pir postên bilind di hikumeta Emrîka û Neteweyên Yekgirtî de wergirtine.
Galibrês şîretkarê bilindê civata têkiliyên derve yê Senat bû ji bo karûbarê Rojhilata Nêzîk û Başûrê Asiya û rêxistinên nêvdewletî.
Di salên ji 1993 – 1998ê balyozê Emrîka bû li Kirwatiya û pir çalakane beşdarî di piroseya aştiyê a navbera Bosna û Kirwatiya de kiriye û alîkarekî baş bû ji bo rêkeftina Îrdot ji bo bi dawî kirina şerê li Kirwatiya.
Galbêrs di salên 2000 û 2001ê de rêveberê karûbarê siyasî û destûrî û karûbarê helbijartinên Neteweyên Yekgirtî bû jib o qonaxa întîqalî li Teymora Rojhilat. Herwiha yek bû ji endamên kabîneya hukmê ser bi Neteweyên Yekgirtî ve li Teymûrê Rojhilat di qonaxa întîqalî de.
Galbêrs nivîserê pirtûka dawiya Îraqê ye ku li sala 2006 belavkiriye.