• Thursday, 05 December 2024
logo

ENKS: Nêzîkî 900 malbat vegeriyane Efrînê

Gulan Media December 4, 2024 Nûçe
ENKS: Nêzîkî 900 malbat vegeriyane Efrînê

ENKSyê got ku hejmara malbatê Efrînî yên ku ji herêma Şehabyê vegeriyaye bajarê xwe zêdetirî ji 900 malbatan e û vegera xelkê berdewam e. 

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen beşdarî bultena Nûrojê ya Rûdawê bû û li ser vegera koçberên Efrînê bersiva pirsên Nalîn Hesenê da.

Ehmed Hesen ragihand ku di navber wan û mixalefeta Sûriyeyê de peymenek hatiye îmzekirin û ji 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an vegera xelkê Efrînê ya ji koçberiyê dest pê kiriye.

Her wiha Ehmed Hesen da zanîn ku di roja yekem de 400 - 500 malbat vegeriyane û doh jî zêdetirî 400 malbatên din derbasî herêma Efrînê bûne.

"Dê malên wan bên vegerandin"

Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen diyar kir ku malbatên Efrînî yên ku vedgerin, diçin gundên xwe û yên ku xaniyên xwe ne vala bin diçin li cem mirovên xwe heta malên wan li wan têne vegerandin.

Ehmed Hesen eşkere kir ku şeva derbasbûyî wan hejmareke malbatên Efrînê ku li gundên Dêr Cemal, Bênê û Ziyaretê dimînan bi 25 otombîlan veguhestine Efrînê û wê Îro jî gelek malbatên din bêne vegerandin.

"Kesên ku karên sivîl kiribin ti pirsgirêk ji wan re dernakeve"

Derbarê rêgirtin û astengiyên li pêşiya xelkê li ser riya vegerê ji bo Ehmed Hesen got ku li ser rêbendan zehemtî derdikevin lê tevî wê jî xelk dighêje rêbenda Qitmeyê û got:

"Li wê rêbendên polîsên leşkerî pişkînina ewlehiyê ya nasnameyan dike, bi awayekî ew kesên ku di nava Rêveberiya Xweser di aliyê rêvebirî û karê sivîl de kar kiribe ti pirsgirêk ji wan re dernakeve.

Lê kesên ku karê leşkerî kirine derbarê wan de lêkolîn tê kirin û piştre rewşa wan tê serastkirin."

Her wiha Ehmed Hesen tekez kir bi dehan keç û xort hatine girtin û derbarê wan de lêkolîn tên kirin.

Her li ser astengî û zehemteyan Ehmed Hesen ragihand ku li çend gundên navçeya Mabata rê bi xelkê resen nehat dan ku derbasî gundên xwe bibin lê xwecihiya wan pêwendî bi mixalefeta Sûriyeyê re kiriye û ev pirsgirêk hatine çareserkirin.

"Erebên hawirde jî ji Efrînê vedigerin"

Li aliyê din Serokê Encûmena Xwecihî ya ENKSyê ya Efrînê Ehmed Hesen da zanîn ku her çiqas hejmara wan ne zêde be jî, Erebên hawirde yên li herêma Efrînê hatine bicîhkirin jî vedigerin gund û bajarên xwe.

Piştî êrişên Heyeta Tehrîr El Şamê yên li Şehbayê karwanên koçberan ji wê navçeyê derdikevin.

Hinek ji koçberan diçin herêmên Rêveberiya Xweser û hinek jî diçin herêma Efrînê.

Ji 2yê Kanûna Pêşîn a 2024an ve pêla koçberiyê ji gundewarên bakurê Helebê destpê kir.

Li gorî zanyariyên ku ji koçberan hatine wergirtin, hinek koçberan berê xwe daye herêma Efrînê û hinekên din berê xwe daye rojhilatê Çemê Feratê, bi taybetî Tebqa û Reqayê.

Tebqa girêdayî parêzgeha Reqayê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

 

Rudaw

Top