Potîn û Erdogan pêywendiyeke telefonî pêk anîn
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan îro.3.12.2024 di peywendiyeke tilefonî de bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re tekez li yekparçeyî û serweriya axa Sûriyê kir.
Erdogan herwaha pêwîst dît ku, welatiyên sivîl ji alozî û hevrikiyên çekdarî yên Sûriyeyê parastî bin. Eger ne, Sûriye dê bibe çavkaniyeke nearamî û neseqamgiriyeke gelek ji wê mezintir.
Navbirî di wê peywendiya tilefonî de got, “Tirkiye tevgerê ji bo çareseriya diplomasî û siyasî ya Sûriyê dike û armanca wê ew e ku yekparçeyîya axa wî welatî parastî be.”
Koşka Serokatiya Rûsyayê Kremlin jî ji aliyê xwe ve di ragehandinekê de amaje da ku Putin ji Erdogan re gotiye, “Divê êrîşa komên çekdar li ser dewleta Sûriyeyê yekser bê rawestandin û piştevaniya desthilata rewa ya Sûriyeyê bê kirin, ji bo vegerandina seqamgiriyê û sepandina destûrî li ser tevaya axa wî welatî.”
Basnews