• Thursday, 05 December 2024
logo

Ji bo derxistina şervanên HSDyê ji Helebê lihevkirin pêk hat

Gulan Media December 4, 2024 Nûçe
Ji bo derxistina şervanên HSDyê ji Helebê lihevkirin pêk hat

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Heyeta Tehrîr El Şamê ji bo derketina şervanên HSDyê ji Helebê li hev kir.

Piştî ku çekdarên Heyeta Tehrîr El Şamê bajarê Helebê bi temamî xist bin kontrola xwe, hinek şervanên HSDê ji her du taxên Kurdan ên Helebê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê derketin lê hinek şervan niha mane.

Li wan her du taxên ku niha di nava dorpêçê de ne hêzên asayîşê û hêzên Cewherî mane.

Li gorî çavkaniyên taybet ên Rûdawê yên nêzîkî Heyeta Tehrîr El Şamê û agahiyên ji welatiyên Kurd ên Helebê hatine wergirtin, di navbera HSD û Terîr El Şamê de rêkeftinek pêk hatiye.

Lê heta niha ti daxuyaniyên fermî ji her du aliyan derneketiye.

Biryar e şervanên HSDyê li gel malbatên biçin bajarê Tebqayê.

Heman çavkaniyan da zanîn ku ji bo pêvajoya veguhastinê nêzîkî 50 otobûsan hatine amadekirin.

Heta dema amadekirina vê nûçeyê medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve ev yek piştrast nekiriye, ka hêzên Kurdan Helebê bi cih dihêlin an na.

 

Rudaw

Top