Ebas Eraqçî: Ger Sûriye daxwaz bike, Tehran amadeye hêzê jê re bişîne
Wezîrê Derve yê Îranê ragehand, “Eger Sûriye daxwazê bike, Tehran amade ye hêzê ji wî welatî re bişîne.”
Ajansa Nûçeya a Tesnîm a Îranî îro.3.12.2024 ji zimanê Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî parve kiriye û dibêje, “Em amadekariyan dikin ku seferên ji bo Moskoyê bikin, ji bo ku li wê derê danûstandinan li ser pêşhatên Sûriyê bi Rûsyayê re bikin.”
Wezîrê Derve yê Îranê eşkere jî kir, “Tehran li ser şandina hêzê bo Sûriyê difikire, bêguman eger Şam daxwaz bike.”
Hêzên Opozisyona Sûriyê piştî nîvroya roja Înê 29.11.2024 çûn nav parêzgeha Helebê û ew û artêşa Sûriyê rûbirûyî hev bûn, di encamê de beşeke taxên wê parêzgehê û deverên derdora wê kontirol kirin.
Basnews