• Saturday, 22 February 2025
logo

Îro Roja hezkirinê ye: Valentine

Gulan Media February 14, 2025 Corane
Îro Roja hezkirinê ye: Valentine

Roja 14ê Sibatê wek roja Valentine hatiye naskirin, hersal di vê rojê de ku wek roja heskirinê jî hatiye naskirin, li tevahiya Cihanê ew kesên ku hevdu hez dikin, vê rojê bi bîr tînin û soza hezkirina xwe nû dikin.

Ev roj çawa hatiye diyar kirin:

Çend çîrok li ser vê yekê hene, lê ya herî nêzîk ji rastiyê re ku gelek tekez dikin ew e ku di sedsala sêyemîn a mîladî de, di Împaratoriya Romayê de serokekî bi navê Claudius’ê duyem hebû ye. Hindek ramanên wî yê ecêb hebûne, wek mînak li gor wî ew leşkerên paşa ji leşkerên xwedî jin û zarok bi hêztirin, ji ber wê jî biryar daye ku leşkerên Împaratoriya Romayê nabe jinên wan hebe. Lê Qeşeyekî bi navê Balentinyûs bi awayekî veşartî leşkerên Romayê li gel hezkiriyên wan li hevdu mare dikin.

Dema ku Claudius ji vê yekê agahdar bû, ferman da ku Valentine were girtin. Valentine jî di zindanê de evîdarê keçeke di wê girtîgehê de bû, li gor çîrokê Valentine dema ku name ji wê keçikê re dişand, li ser dinivsî ji aliyê Valentineyê te ve(From Your Valentine). Di encamê de, Qeşe bi binpêkirina qanûnên Claudius ku bi dizî evîndar bi hevre mare kirine, hatiye tawanbar kirin.

 

Basnews

Top