• Saturday, 27 April 2024
logo

Li Bazîdê dayîkek û 5 zarokên wê mirî hatin dîtin

Gulan Media January 19, 2012 Civakî
Li Bazîdê dayîkek û 5 zarokên wê mirî hatin dîtin
Li Bakûrê Kurdistanê navçeya Bazîdê ya Agirî, dayîkek tevî 5 zarokên xwe li malê mirî hatin dîtin. Tê texmînkirin ku gaza karbonmonoksîdê ku ji sobeyê derketiye bûye sedemê mirinan.

Li gorî agahiyan, ji malbata Genceli ku li Bazîdê rûdinin du roj agahî nehate girtin. Li ser vê yekê xwediyê kargeha ku Ahmetşah Genceli lê dixebitî, ser bersivnedana telefonan çû mala wan ku di kolana Nergîz de ye.

Xwediyê kargehê Mehmet Sosun, deriyê malê girtî dît û camê pencereyê şikand û lê nêrî ku ferdên malbatê li erdê razayî ne û agahî da polîsan.

Ekîbên polîs û tenduristiyê ketin mala Genceli û bi termên 6 kesan re rû bi rû hatin. Hate tesbîtkirin ku, dayîk Hatun Genceli û zarokên wê Ahmetşah (22), Ayşe (15), Şenay (12), İslam (13) û Muhammet (6) mirîne. Hate ragihandin gaza karbonmonoksîdê ku ji sobeyê derketiye bûye sedema mirina malbata Genceli.

Rudaw
Top