• Thursday, 09 May 2024
logo

Rêveberiya Xweser muzexaneyekê ji bo binpêkirinên DAIŞ û Tirkiyeyê ava dike

Gulan Media April 27, 2024 Nûçe
Rêveberiya Xweser muzexaneyekê ji bo binpêkirinên DAIŞ û Tirkiyeyê ava dike

Rêveberiya Xweser li Reqayê ji bo binpêkirinên DAIŞ û Tirkiyeyê muzexaneyekê ava dike.

Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser ji bo binpêkirinên DAIŞ û Tirkiyeyê yên li dijî mîrateyên çandî yên herêma xwe nîşan bidin muzexaneyeke taybet ava dike.

“Bila rastiya binpêkirinan bibînin”

Hevserokê Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser Mirheif el-Fehed got:

“Desteya Rewşenbîriyê bi armanca belgekirina binpêkirinên DIAŞ û Tirkiyeyê yên li dijî herêma me muzexaneyeke biçûk ava kiriye.

Desteya Rewşenbîriyê xwest vê muzexaneyê ava bike da ku şande rastiya wan binpêkirinên ku di dema borî de li dijî herêma me hatine kirin bibînin.”

Di heman demê de Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser nûjenkirina şûnwariyên dîrokî yên li Rojavayê Kurdistanê ku di şerê navxwe yê Sûriyeyê de zerer dîtibûn berdewam dike.

“Armanc diyarkirina şaristanî û dîroka vê herêmê ye”

Mirheif el-Fehed wihe pê de çû:

“Niha Desteya Rewşenbîriyê gelek karan dike.

Bi taybetî şûnwarên dîrokî yên sereke yên di bin çavdêriya navneteweyî de ne nûjen dike ku zererên zêde ji aliyê DAIŞê ve dîtibûn û rastî bombebarana grûpên çekdar hatibûn.

Armanc ji nûjenkirina pêgehên şûnwarî diyarkirina şaristaniyet û dîroka vê herêmê ye, da ku asta bilind a kelepûra şaristanî û rewşenbîriya herêmê were zanîn.”

Li gorî Desteya Rewşenbîriyê ya Rêveberiya Xweser, li Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hezar û 800 pêgehên şûnwarî hene.

Piraniya wan di şerê navxwe yê Sûriyeyê de rastî wêranî, dizî û talanê hatine.

 

Rudaw

Top