• Friday, 17 May 2024
logo

Parêzgarê Hewlêrê li Diyarbekirê Seredana PWKê Kir

Parêzgarê Hewlêrê li Diyarbekirê Seredana PWKê Kir

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw û şanda pê re, duhî 1ê Gulanê li Diyarbekirê seredana Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) kir û ji aliyê Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk pêşwazî lê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyeke PWKê, Serokê Giştî yê PWKê Mustafa Ozçelîk bixêrhatina Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnav û şanda pê re kir û ji ber vê seredanê spasîya wan kir.

Mustafa Ozçelîk, di derbarê bîr û rayên PWKê de agahdarî da û piştigirîya PWKyê ji bo destkeftîyên federe yên Herêma Kurdistanê anî zimên.

Ji aliyê xwse ve, Umêd Xoşnaw jî ji ber vê pêşewazîyê spasîya PWKyê kir, di derbarê rewş û girîngîya Herêma Kurdistanê de agahdarî da û girîngîya xebata sîyasî, aştîyane, demokratîk ya li Bakurê Kurdistanê anî zimên.

Parêzgarê Hewlêrê Umîd Xoşnav kêfxweşîya xwe ya ji bo vê pêşewazîya PWKyê ya dostane û germ anî zimên.

 

K24

Top