• Thursday, 09 May 2024
logo

Erdogan û Rutte civiyan: Mijara sereke PKK bû

Gulan Media April 27, 2024 Nûçe
Erdogan û Rutte civiyan: Mijara sereke PKK bû

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand “rûbirûna terorê” mijareke sereke ya civîna wî ya bi Serokwezîrê Holendayê re bû.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Stenbolê yê Tirkiyeyê bi Serokwezîrê Holendayê Mark Rutte re civiya.

Piştî civînê serokên her du welatan daxuyaniyeke hevbeş da çapemeniyê.

Erdogan ragihand ku dîroka pêwendiyên Tirkiye û Holendayê digihe 400 salan û got:

“Me di hevdîtinên xwe de hevkariya piralî ya di navbera welatên me de di ber çavan re derbas kir.

Pêwendiyên me yên aborî û bazriganî kûrtir û bihêztir dibin.”

Erdogan eşkere kir ku bazirganiya dualî ya Tirkiye û Holendayê gihiştiye 13 milyar dolaran û anî ziman:

“Em armanc dikin vê reqemê bigihînin 20 milyar dolaran.”

Serokkomarê Tirkiyeyê amaje bi wê yekê da ku “rûbirûbûna terorê” yek ji mijarên sereke yên civîna wî ya bi Serokwezîrê Holendayê re bû û got:

“Min anî ziman ku di serî de PKK û dûvelankên wê divê tolerans ji ti rêxistineke terorî re neyê nîşandan.”

Derbarê hilbijartina Sekreterê Giştî yê NATOyê de jî ku biryar e Tîrmeha îsal li Washingtonê bê kirin de jî Erdogan da zanîn:

“Bila gumana ti kesî ji wê yekê nebe ku em dê biryara xwe di çarçoveya aqilekî stratejîk û dadmendiyê de bidin.”

Serokwezîrê Holendayê Mart Rutte jî ragihand ku ew ji bo Sekreteriya Giştî ya NATOyê berbijêr e û got:

“Tirkiye li herêmeke zehmet e. Di rojeva wê de terorîzm heye. Em li ser vê mijarê jî axivîn.

Tirkiye ji bo NATOyê hêzeke girîng e. Baskê başûr ê NATOyê pêwîstî bi Tirkiyeyê û serokatiya Tirkiyeyê heye.”

 

Rudaw

Top