• Monday, 20 May 2024
logo

Hevpeyman û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna propagandayan hevahengiyê dikin

Hevpeyman û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna propagandayan hevahengiyê dikin

Hêzên Hevpeymanan û Pêşmerge ji bo rûbirûbûna propagandayan hevahengiyê dikin û zanyaran li hev diguherin.

Hêzên Hevpeymanan û Pêşmergeyan duhî (Sêşem, 07.05.2024) bi hevparî zanyar li ser rûbirûbûna propagandayan li hev guhertin.

Li dû ragehandineke Wezareta Pêşmerge, Birêveberiya Hişyariya Niştîmanî ya wê wezaretê bi hêzên Hevpeymanan re zanyar li ser rûbirûbûna propagandayan li hev guhertine.

Her li dû wê ragehandinê, Lîwa Osman Mihemed ji Wezareta Pêşmerge û Kaptin Yans ê şêwirmend ji artêşa Almanyayê û di çarçoveya hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê de zanyarên hûr li ser propaganda û metirsiyan û şêwazê rûbirûbûna wan bi efserên Wezareta Pêşmerge dan.

 

K24

Top