• Sunday, 19 May 2024
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir

Serok Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir

Roja sêşema 07.05.2024 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Desteya Serokayetiya Encûmena Niştimaniya Kurd li Sûriye (ENKS) kir.

Li hevdîtinê de rewş û merc û pêşhatên dawî yên siyasî li Sûriye û navçeyê hate guftûgo kirin û her wiha ronahî xistin li ser rewş û debara welatiyên Kurd û asteng û giriftên li ber aliyên siyasî û welatiyên Kurd li Sûriye kir.

Paşeroja Kurd li Sûriye û hevkêşeyên siyasî û navdewletiyên bandore li ser rewşa Sûriye mijareke dine vê civînê bûn.

 

Top