• Sunday, 19 May 2024
logo

Hewlêr: Ji bo cîbicîkirina ferman û spardeyên Mesrûr Barzanî civîneke girîng hat lidarxistin

Hewlêr: Ji bo cîbicîkirina ferman û spardeyên Mesrûr Barzanî civîneke girîng hat lidarxistin

Li diwana parêzgeha Hewlêrê bi serperestiya parêzgarê Hewlêr Umêd Xoşnaw, ji bo cîbicîkirina ferman û raspardeyên Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistan Mesrûr Barzanî, civîneke girîng birêve çû.

Li dû ragehandina Parêzgeha Hewlêrê, Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro (Sêşem, 07.05.2024) serperiştiya civîneke berfireh kir û tê de aliyên peywendîdar raspartin ku bi lez dest bi pakijkirina Bazara  Qeyseriya Hewlêrê bikin.

Parêzgerê Hewlêrê di wê civînê de destxweşî li Tîmên Berevaniya Şaristanî, Polîs, Asayîş, Zêrevanî, Trafîk, Tendirustî, Şaredarî, Qayimqamiya Navendî, Polîsên Şaredariyê, Qeyranên Parêzgehê, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî û Jîngehparêziyê kir ji ber ku ew bi erkê xwe rabûn û bizav ji bo kontirolkirina wî agirî kir û di hawara dikandar û zirardîtiyên Bazara  Qeyseriya Hewlêrê çûn.

Umêd Xoşnaw herwesa tekez kir ku ew sûk bi lez bê pakijkirin û vekirin, herwesa aliyên peywendîdar raspartin ku lijneyeke hunerî ji bo xeminanaina nûjenkirina wan dikan û cihan pêk bînin ên ku ji ber şewatê zirar dîtine.

Navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku lijneya vekolan û lidûçûnê lezê di eşkerekirina sedemên wê rûdanê de bike.

Parêzgerê Hewlêrê di tewerekî din ê wê civînê de Serokatiya Şaredariyê, Berevaniya Şaristanî û Birêveberiya Kareba Hewlêrê ji bo rakirin û nehêlana tevaya zêdegavî û serpêçî û hemî metirsiyên ku dibin sedema şewatê destûr dan.

Şeva 05.05.2024ê agir berbû pareke Bazara  Qeyseriya Hewlêrê û piştî çend seetan ji aliyê Tîmên Berevaniya Şaristanî ya Hewlêrê ve hat kontirolkirin.

Piştî wê rûdanê Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw eşkere kir, “Li dû dawî amar, ji zêdetirî çar hezar dikanan, 277 dikan û heft embarên biçûk ên bazara  Qeyseriya Hewlêrê ji ber şewatê şewitîne û zirar gehiştiye wan”.

 

Basnews

 

Top