• Sunday, 19 May 2024
logo

Stenbol - Xwendekarê Îraqî rêveberê dibistanê kuşt

Stenbol - Xwendekarê Îraqî rêveberê dibistanê kuşt

Li navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê xwendekarekî Îraqî bi hinceta ku ew ji dibistanê avêtiyê, rêveberekî dibistanê da ber guleyan.

Bûyer îro li dibistaneke taybet a li navçeya Eyupsultanê ya Stenbolê çêbû.

Li gorî îdiayan, rêveberê dibistanê Îbrahîm Oktugan xwendekarê bi navê Y.K. ku bi eslê xwe ji Îraqê ye ji dibistanê avêt.

Li gorî zanyariyan, piştî ku ew xwendekar ji dibistanê hat avêtin, bi çekê çû dibistanê û di jora wî de 5 gule berdan Îbrahîm Oktugan û ew bi giranî birîndar kir.

Xwendekarê Îraqê piştî bûyerê reviya.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û wan rêveberê dibistanê bir nexweşxaneyê.

Lê tevî hewldanên bijîşkî jî rêveberê dibistanê li nexweşxaneyê canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku xwendekarê ku gule li rêveberê dibistanê reşandine hatiye desteserkirin

Herwiha hêzên ewlehiyê 4 xwendekarên din ên dibistanê jî ji bo wergirtina karûbarên îfadeyê birin rêveberiya ewlehiyê.

 

Rudaw

Top