• Sunday, 16 June 2024
logo

Silêmanî – Ciwanek bi tometa diziya sandoqên komkirina xêr û alîkariyê yên çend mizgeftan hat girtin

Silêmanî – Ciwanek bi tometa diziya sandoqên komkirina xêr û alîkariyê yên çend mizgeftan hat girtin

Rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê bi daxuyaniyekî ragehand, tîmên ofîsa nehiştina tewan a Îbrahîm Ehmed tometbarek girtin ku diziya sandoqên komkirina xêr û alîkariya çend mizgeftan kiriye.

Îro 23.05.2024ê rêveberiya polîsê parêzgeha Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û ragehand: ‘’Piştî dizî li sandoqên komkirina xêr û alîkariyê yên du mizgeftan li Silêmaniyê hate kirin, hêzên polîs lêkolîn û dûvçûn da dest pê kirin, piştî wergirtina biryara dadwer çavdêrî li ser mizgeftan hate kirin û encamê de di dema diziyê de tometbarek ji aliyê tîmên ofîsa nehiştina tewan a Îbrahîm Ehmed ve hate girtin.’’

Herwaha hat ragehandin naha tometbarê bi navê B.I.Ê yê dayîkbûyê sala 2003yê bi biryara dadwer û li gor madeya 446 a yasaya ceza ya Iraqê hatiye girtin û lêkolînê de li xwe mukir hatiye ku li çend mizgefteke bajarê Silêmaniyê û mizgefteke bajarê Hewlêrê diziya sandoqên komkirina xêr a ji bo wan mizgeftan kiriye.

 

Basnews

Top