• Saturday, 22 June 2024
logo

Hewlêr - Pevçûna li ser zeviyan: Gelek kuştî û birîndar hene

Hewlêr - Pevçûna li ser zeviyan: Gelek kuştî û birîndar hene

Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê di pevçûna du malbatan de 2 kes hatin kuştin 5 kes birîndar bûn.

Li taxa Hewlêra Nû ya Hewlêrê saet derdora 18:00an du malbat li ser zeviyan pev çûn.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyeke ewlehiyê ji Rûdawê re ragihandin, di pevçûnê de 2 kes hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn.

Nûçegihanê Rûdawê Rence Cemal ji cihê pevçûnê ragihand ku gelek polîs û hêzên asayîşê gihîştine cihê bûyerê pevçûn hatiye kotrolkirin.

Hêzên ewlehiyê li cihê bûyerê lêkolîn da destpêkirin.

 

Rudaw

Top