• Saturday, 22 June 2024
logo

Li Silêmaniyê kesek hat kuştin û hevjîn û zarokên wî hatin girtin

Li Silêmaniyê kesek hat kuştin û hevjîn û zarokên wî hatin girtin

Rêveberiya polîsê Silêmaniyê ragehand ku binkeya polîsê Erbetê 3 kes bi tometa kuştina kesekî girtine.

Piştî ku li gundê Xereciyan tîmêm binkeyên polîsên Erbetê hatine agahdar kirin ku di wesayîtekî de bêhna termekî tê, hemandemê de tîmên polîs gehiştine cihê bûyerê û lêkolîn û lêgerîn hat kirin.

Lêkolînên polîs ji bo dîtin û girtina tometbaran berdewam bû heta ku guman li ser hevjîn û 2 zarokên kesê hatî kuştin de hate kirin ku wan ew tawan pêk anîne û li hember dadgerê lêpirsînê li sûcê xwe mukir hatin.

Sê gumanbarên binavê J. F. H jidayikbûn 1987, H. M jidayikbûn 2008 û H. M jidayikbûn 2006 li gorî xala 406 a yasaya cezayê ya Iraqê hatin binçavkirin.

 

 

Basnews

Top