• Sunday, 30 June 2024
logo

Xaneqîn: Zilamek bi kêran hat kuştin

Xaneqîn: Zilamek bi kêran hat kuştin

Êvara îro çarşemê, li taxa Tolefiroş a bajarê Xaneqînê di navbera du bira û mamekî de şer derdikeve û yek ji wan jiyana xwe ji dest dide.

Rêveberê nexwaşxana giştî ya Xaneqînê Şiwan Şakir di vê derbarê de ji BasNewsê re ragehand: “Êvara îro çarşemê li taxa Tolefiroş a Xaneqînê di navbera 2 birayên temenên wan 23 û 31 salî û mamekî wan yên binavê Îmad Rehman ku 48 saliye niştecihê Celewla bûye de şer derkeriye.

Herwaha got, “Di encama wî şerî de Îmad Rehman mamê wan herdû birayan ji ber lêdana 10 kêrên di beşên cuda a laşê wî bitaybetî dilê wî de jiyana xwe ji dest dabû.”

Amaje bi wê jî da: “Herdû bira jî bi awayekî birîndar gehandin nexwaşxana me û çareseriya temam bo wan hat kirin û piştre ji aliyê polîsê bajêr ve hatin girtin.”

 

Basnews

Top