• Saturday, 22 June 2024
logo

Meha gulanê 40 jin hatin kuştin: Kujer nas û xizm in

Meha gulanê 40 jin hatin kuştin: Kujer nas û xizm in

Li gorî rapora Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin, gulana îsa li seranserê Tirkiyeyê 40 jin ji aliyê mêran ve hatine kuştin û kuştina 20 jinî jî bi guman e.

Platforma Em dê Kuştina Jinan Rawestînin rapora xwe ya Gulana 2024an eşkere kir.

Li gorî raporê, meha borî li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 40 jin hatine kuştin û 20 jin jî bi awayekî bi guman mirî hatine dîtin.

Li gorî raporê, ji 40 jinî 14 ji wan ji ber ku wan xwestiye cuda bibin û lihevkirin red kiriye hatine kuştin.

Meha gulanê ji sedî 63yê jinên ku hatine kuştin li mala xwe hatine kuştin.

Jin ji aliyê kê ve hatine kuştin?

15 - Hevjîn

6 - Bav

4 - Xoşewîst

4 - Nas

3 - Xizim

2 - Hevjînê berê

2 - Xoşewîstê berê

1 -  Bira

1 - Kur

1- Xerîb

1 -  Ne diyar e

Herî zêde jin li ku derê hatine kuştin?

25 - Mal

6 - Kolan

2 - Di otomobîlê de

2 - Li cihê kar

2 - Li cihekî vala

3 - Ne diyar e

Jin çawa hatine kuştin?

19 -  Bi çekan

13 - Bi amûrên birînê

4 - Hatine xeniqandin

2- Hatine şewitandin

1- Ji cihekî bilind hatine avêtin

1- Ne diyar e

 

Rudaw

Top