• Thursday, 27 June 2024
logo

Xisara şewata li Mêrdîn û Amedê çi qas bû?

Xisara şewata li Mêrdîn û Amedê çi qas bû?

Şeva borî li navbera navçeya Çinarê ya Amedê û navçeya Şemrexê ya Mêrdînê agir bi zeviyan ket.

Gundî dibêjin agir ji ber têlên karebayê derketiye û bi bandora ba û bahozê li 8 gundan belav bûye.

Di vê şewatê de 11 kesan canê xwe ji dest da û 78 kes jî birîndar bûn ku birînên 6an xedar in.

Ji bilî mirovên mirî, erdên çandiniyê û kelûpelên cotkaran gelek ajelên cur bi cur jî zerereke zêde dît.

Li Amedê 8 hezar, li Mêrdînê 7 hezar donim

Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Munîr Karaloglu got ku wan dest bi tesbîtkirina zererê kiriye û av agahî dan:

“Ji ber agirê mezin ê doh, li Amedê 8 hezar û 100 donim erd zerer dît. Jê hezar û 450 donim erdên ce û genim bû ku nehatibûn palîkirin û 6 hezar û 550 donim jî prêze bûn.

Li herêma Mêrdînê jî 7 hezar donim erd ji agir zerer dît. Jê 4 hezar donim erd nehatibû palîkirin û 3 hezar donim erd jî hatibû palîkirin û prêze bû.

Herwiha kelûpelên avdaniyê yên xelkê yên li nav erdan û sîstemên karebayê jî zerer dît.”

Li hêla din, gelek beytaran ji bo dermankirina ajelan berê xwe daye herêma şewatê.

Beytarekî li ser ajelên mirî got, “Wekî reqem em nizanin çi qas ajelan zerer dîtiye. Ajelên li vê derê dê werin serjêkirin.”

Li gorî amarên fermî, 556 ajelên biçûk mirar bûne, 250 ajelên birîndar ji bo serjêkirinê şandine Saziya Goşt û Masiyan û 120 ajelên birîndar jî li gundan hatine dermankirin.


Şewata li Mêrdîn û Amedê: Şêniyên gundê Tobîniyê behsa şewatê dikin

 

Rudaw

Top