• Saturday, 22 June 2024
logo

Li Soranê cenazeyên jinekê û zilamekî hatin dîtin

Li Soranê cenazeyên jinekê û zilamekî hatin dîtin

Li devera Werteyê ya navçeya Soranê ya Hewlêrê cenazeyên jinekê û zilamekî ku cihê guleyan li ser wan hebûn di otomobîlekê de hatin dîtin.

Rêveberê Nahiya Wertê ya navçeya Soranê Şoreş Hesen ji Rûdawê re ragihand ku li Wertê cenazeyên jinekê û zilamekê di otomobîlê de hatin dîtin.

Şoreş Hesen da zanîn ku cihê guleyan li ser wan hebûn û ew bi çekê hatine kuştin.

Bi gotina Şoreş Hesen, hêzên asayîşê û polîs li ser agahdakirinê çûn cihê bûyerê û ji bo kesên mirî bên tesbîtkirin û kujer bên dîtin lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Rêveberê Polîsên Werteyê Erşad Ballekî ji Rûdawê re ragihand ku ji bo zelalkirina bûyerê lêkolînên wan berdewam dikin.

Ballekî herwiha da zanîn ku cenazeyên kesên canê xwe ji dest daye ji bo otopsiyê şandine Morga Tiba Edlî ya Soranê.

 

Rudaw

Top