• Thursday, 27 June 2024
logo

NÎGDE - 2 biraziyên xwe kuştin, 3 birîndar kirin û xwe jî kuşt

NÎGDE - 2 biraziyên xwe kuştin, 3 birîndar kirin û xwe jî kuşt

Li bajarê Nîgdeyê yê Tirkiyeyê apekî li ser zeviyan 2 biraziyên xwe kuştin, 3 birîndar kirin û xwe jî kuşt.

Li gorî agahiyan, li beldeya Yildiztepeyê di navbera N.T. (60) û xizmê wî G.T. (36) de li ser zeviyan nîqaş derket.

Piştre nîqaş veguherî pevçûnê û N.T. biraziyên xwe G.T, (36), S.T. (36), G.N.T. (17), B.T. (13) û N.T. (18) bi çekê birîndar kirin.

Paşê jî bi heman çekê xwe kuşt.

Tîmên tenduristiyê termê N.T. veguhast morgê û her 5 birîndar jî rakirin nexweşxaneyê.

S.T. û G.N.T. li nexweşxaneyê mirin û tedawiya her 3 birîndarên din berdewam dike.

Hat ragihandin ku birînên wan jî xedar in û metirsî li ser jiyana wan heye.

Top