• Tuesday, 18 June 2024
logo

Li Rihayê jineke Sûriyeyî hat kuştin

Li Rihayê jineke Sûriyeyî hat kuştin

Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê jineke welatiya Sûriyeyê di mala xwe de bi kêrê hat kuştin.

Derbarê bûyerê de kesek hat desteserkirin.

Li gor agahiyan îro nîvro li navçeya Xelîliyê ya Rihayê cîranên jina welatiya Sûriyeyê Nur Suleymana 29 salî dengê qerebalixiyê ji mala wê bihîst.

Cîranan hevjînê Nur Suleymanê yê ku li ser kar bûye ji rewşê agahdar kir.

Hevjînê wê dema hatiye mal dîtiye ku Nur Suleyman bi kêrê hatiye kuştin.

Tê got ku bi kêrê stûyê wê hatiye birîn û derbên kêrê li ser çend cihên laşê hebû.

Zarokeke du salî ya Nur Suleymanê heye û tê gotin ku di dema bûyerê de ew jî li gel dayîka xwe bûye.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê ji bo otopsiyê termê Nur Suleymanê veguhast Saziya Tiba Edlî ya Rihayê.

Derbarê bûyerê kesek hat desteserkirin û herwiha  derbarê bûyerê lêpirsîn jî hat despêkirin.

Rudaw

Top