• Friday, 26 April 2024
logo

Qurana Kurdî bi 3 zaravayan li dijital medyayê ye

Gulan Media March 26, 2023 Corane
Qurana Kurdî bi 3 zaravayan li dijital medyayê ye

Wergera Quranê bi zaravayên Kurmancî, Soranî û Zazakî li ser dijital medyayê ye. Sepana (application) wergera Quranê bi deng jî hatiye amadekirin û kesên dixwazin dikarin deynin ser telefon û tabletên xwe û guhdar bikin.

Qurana Kurdî” bi halê xwe yê nû li ser mobîlê ye. Qurana Kurdî li ser Android û App Store dikare bo ser telefon û tabletan bê daxistin û bi Kurmancî, Zazakî, Soranî û bi Kurmancîya Behdînî bê guhdarkirin û xwendin.

Berpirsên projeya Qurana Kurdî Robin û Abdullah ragihandin: “Sepana (application) Qurana Kurdî hatiye nûjenkirin û Kurd êdî dikarin li ser telefonên xwe bi zaravayên Kurmancî, Zazakî, Soranî û bi Kurmancîya Behdînî guh bidin Quranê û bixwînin.”

Berpirsên projeyê dibêjin, ew ê projeya xwe pêş bixin û ji raya giştî daxwaza şopandin û piştgiriya applicationa Qurana Kurdî kirin.

Rojane bi Kurmancî, Zazakî û Soranî ayeteke Quranê wek story li ser sepana (application) Qurana Kurdî tê belavkirin û bi rêya sepanê dê qible bê diyarkirin.

Top