• Wednesday, 01 May 2024
logo

WÊRANŞAR – Kurdên Êzidî cejna xwe li warê bav û kalan pîroz kir

Gulan Media April 18, 2024 Corane
WÊRANŞAR – Kurdên Êzidî cejna xwe li warê bav û kalan pîroz kir

Kurdên Êzidî li gundê Bircê yê navçeya Wêranşarê ya Rihayê Cejna Serê Salê pîroz kir.

Ev cara yekem e ku li gundê Bircê Çarşema Sor/Cejna Serê Salê tê pîrozkirin.

Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Zarokan bi coş û kelecaneke mezin amadehiyên cejnê kirin û wan bi cil û bergên Kurdî berê xwe da cihê pîrozkirina cejnê.

Cilên van zarokan jî bi qasî hêkên rengo rengo û şekirên cejnê rengîn û şêrîn in.

Hêlîna ku xwe bi cilên Kurdî xemilandiye got:

“Dêya min ev çek ji min re ji ji Kurdistanê anîne. Jinikekê bi destê xwe ji min re dirûtine.”

Gundê Bircê yê Wêranşarê salên 1990î ji binî hatiye valakirin û piraniya şêniyên gund berê xwe daye Almanyayê.

Şêniyên gund salên dawiyê havînan tên gundê xwe û li axa bav û kalên xwe bi cih dibin.

Cara yekem e ku li vî gundî Cejna Serê Salê tê pîrozkirin.

“Me cejna Êzîd pîroz dikir”

Rêveberê Cejna Çarşema Sor Yaşar Burç diyar ku wan ev cejn cara ewil pîroz kir û got:

“Li herêma Wêranşarê ji zarokatiya me jî tê bîra me, me cejna Êzîd pîroz dikir, cejna Qurbanê pîroz dikir.

Lê cara yekemîn e em li vir bi girseyî cejna Çarşema Sor pîroz dikin.”

Wekî hemû pîrozbahiyên Kurdan, cejna Çarşema Sor jî bi govend û dîlanan şên û geş dibe.

Gulêya Bircê cejna xwe bi hevoka “Bi can û cîger pîroz be” pîroz kir.

“Em kêfxweş in ku li vir tê pîrozkirin”

Şêxê Êzidiyan Nisred Şêxmend jî wiha axivî:

“Meriyên me berê diçûne Laleşê, diçûne Şingalê, niha jî em kêfxweş in ku li vir ava dibe, li vir tê pîrozkirin.”

Mencêya Bircê Kurdeke Êzidî ye û li Diyasporayê dijî lê ji bo cejnê berê xwe daye welêt.

Mencêya Bircê got, “Ez dibêjim, li hemû gelê Êzidî û civaka Kurd û hemû Êzidiyên li cîhanê pîroz dikim. Ez ji Ewropayê hatime.”

Di Çarşema Sor de, ne tenê govend, şahî û dîlan helbet qewlên Êzidiyan û diayên wan jî li pêş bûn.

Hatina hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk jî kelecana Kurdên Êzidî zêdetir kir.

“Çarşema Sor cejna Kurda ye”

Ahmet Turk destnîşan kir ku Kurdên Êzidî li çanda xwe û zimanê xwe xwedî derketine û berdewam kir:

“Çarşema Sor cejna Kurda ye. Cejna Kurdên birayên me yên Êzidî ye.

Ev gelê me bi her awayî li çanda xwe, li zimanê xwe xwedî derketiye.”

Beriya niha bi 50 salî li Wêranşarê ne tenê gundê Bircê, 28 gundên din ên Êzidiyan hebûn.

Piraniya van gundan jî li quntar û derdora Çiyayê Qerejdaxê bûn.

Lê niha tenê 5 gund mane û ew jî tenê wekî havîngeha Êzidiyên li Diyasporayê tên bikaranîn.

 

Rudaw

Top