• Friday, 03 May 2024
logo

SWÊD- Werzişvanê Mêrdînî wekî Dilê Salê hat hilbijartin

Gulan Media April 23, 2024 Corane
SWÊD- Werzişvanê Mêrdînî wekî Dilê Salê hat hilbijartin

Werzişvanê Judoyê Cemîl Karahan ku heta niha gelek xelat li ser asta cihanê û Ewropayê standine wekî Dilê Salê yê Swêdê yê 2023yan hat hilbijartin.

Werzişvanê Judoyê Cemîl Karahan ku ji navçeya Dêrikê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye, di encama dengdana xelekê de wekî Dilê Salê (Swêdî:Årets Hjärta, Îngilîzî: Hear of the year) yê Swêdê hat hilbijartin.

Cemîl Karahan sala 1991ê ji dayik bûye.

Sala 1998an tevî malbata xwe wekî penaberê siyasî çûye Swêdê.

Li gel perwerdeya xwe wî sala 2012an dest bi beşa werzişê ya bi navê JIU-JITSUyê jî (Jûdoya Brezîlî) kiriye û sala 2017an jî ketiye tîma Swêdê yê neteweyî.

Cemîl Karahan, heta niha bi hin hevalên xwe re bi navê Området IF klûpek ava kiriye û ciwanan perwede dike.

Li gel werzişê alîkariya hin xortan dike ku wan ji madeyên hişbir biparêze û wan bike xwedî ehliyeta ajotina otomobîlê.

Ji sala 2018an û heta niha alîkariya gelek xortan û fînansmana wan kiriye ku ehliyeta xwe bistînin.

Cemîl Karahan sala 2018an li Swêdê Xelata Mirovê Nimûne yê Salê wergirtiye û sala 2019an jî Xelata Gel standiye.

Cemîl Karahan îsal jî di encama dengdana gel de bû Dilê Salê (Swêdî:Årets Hjärta, Îngilîzî: Hear of the year).

Herwiha komeleya ku ew serokatiya wê dike jî bû komeleya herî serkeftî ya sala 2023yan.

Heta niha wî ev xelat standine:

Şapiyoniya Swêdê

2016 – Xelata Zêr – 88 kg
2017 - Xelata zêr - 94 kg
2019 - Xelata Zêr - 100 kg
Şamiyoniya Ewropayê

2017 - Xelata Zêr - 88 kg
2018 - Xelata zêr - 94 kg
2018 - Xelata Zêr -
Şampiyoniya cîhanê

2020 - Brons - 94 kg
2021 - Xelata Zêr - 94 kg

 

Rudaw

Top