• Saturday, 04 May 2024
logo

Li Wanê ‘Festîvala Kulîlka Behîvê ya Girava Axtamarê’ hat lidarxistin

Gulan Media April 22, 2024 Corane
Li Wanê ‘Festîvala Kulîlka Behîvê ya Girava Axtamarê’ hat lidarxistin

Li Girava Axtamarê ya li Gola Wanê "2yemîn Festîvala Kulîlka Behîvê ya Girava Axtamarê" hat lidarxistin.

Bi hatina biharê re darên Girava Axtamarê yên behîvan kulîlk vedidin û dîmeneke bedew derdixin holê.

Bisîklethezên ku li Parka Kurtuluşê kom bûn, berê xwe da Îslekeya Axtamarê ya li navçeya Westanê û bi wî awayî festîvalê dest pê kir.

Di pey re ziyaretvan bi tekneyan veguhastin giravê ku li vir ziyaretvan bi dilê xwe geriyan û wêne girtin.

Di bernameyê de helbest hatin xwendin û hunermendên herêmî stran gotin.

Endama Komeleya Aktîvîstên Gola Wanê Dilruba Ercanê diyar kir ku Girava Axtamarê ji bo bajêr nirxekî pir girîng e.

“Em dixwazin festîval her sal bê lidarxistin”

Dilruba Ercanê bal kişand ku beşdariyeke zêde di festîvalê de heye û wiha dewam kir:

"Em ji bo piştevaniya festîvalê hatin. Festîvalê bi tûra bisîkletê dest pê kir.

Em dixwazin hemû bedewiyên dîrokî û xwezayî bi dinyayê bidin nasandin.

Di demsala biharê de darên behîvan pir xweşik kulîlk vedidin.

Xelkê eleqe nîşan da. Em dixwazin festîval her sal bê lidarxistin û bibe wekî kevneşopî."

“Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî herdem bên kirin”

Abdullah Atîllayê ku bi malbatî beşdariya festîvalê bûye jî got ku her sal bi hezaran geştyarên xwemalî û biyanî Girava Axtamarê ziyaret dikin û anî ziman:

"Em bi malbatî hatin vir. Me wextekî pir xweş derbas kir.

Em dixwazin çalakiyên bi vî rengî herdem bên kirin."

Rudaw

Top